Li Hatayê piştî 176 demjimêran jinek hat rizgarkirin

Li Hatayê piştî 176 demjimêran jinek hat rizgarkirin

Li navçeya Antakyayê ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê, piştî 176 demjimêran ji erdhejê jinek hat rizgarkirin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çêbûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

Li herêmên erdhejê kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Îro 13ê Sibatê li Antakyayê jina bi navê Serap Donmez piştî 176 demjimêran ji erdhejê ji bin kavilan bi saxî hat rizgarkirin.

Serap Donmez piştî ji bin kavilan hat derxistin bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Di erdheja Mereşê de ku 6ê Sibata 2023an çêbû, li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan.

Pustên heman beş