Bi saya siyaseta Serok Barzanî êdî sînor di navbera parçeyên Kurdistanê de helweşîn

Bi saya siyaseta Serok Barzanî êdî sînor di navbera parçeyên Kurdistanê de helweşîn

Mahir Hesen

Serokê netewa kurd Mesûd Berzanî di van demên dawîn de dîsa bi zelalî û xurtî û bi hêz derket pêşberî duniyayê tev û tekez kir ku tu cudahî di navbera kesên li Efrîn û Hewlêr de tune, nemaze dema ku em geşedanên bûyeran û bi lez li Kurdistana Sûriye dibin, bêtir bi cih dibe ku me yek serwer û yek Serok heye, ew jî bi navê Barzanî ye. Bê şik û guman e ku armanckirina aramiya Kurdistana Sûriyê ji destê xêrnexwaz û nemerdan ve bi herî xirabtirîn şêweyên xwe ev e çend sal in diyar bûye, bi rêya girûpên terorîstên xwedênenas li seranserî Kurdistana Sûriyê û hemû navçeyên wê belav bûne, mîna agir, ku bi helwestên xwe yên eşkere yên dijminane li ser pirs û mafên kurdan yên rewa derketine, lê di heman demê de erdhej jî bi ser wan de çû, pêrîşanî û wêranî zêdetir bû û kula me mestir kir.

Serokê me, bi helwestên Kurdiyane, ku destpêşxeriya piştgiriya kurdên li Efrîn û li Kurdistana Tirkiye kir û hemû piştevaniya alîkariyê ya bihêz û piştgir ji Kurdan re li hember çavên duniyayê da, bi taybetî ber çavên kesên ku hewl didin desthilatê bi darê zorê li deverên Kurdî mîna Efrîn bi dest bixin, diyar kir ku Herêma Kurdistan bi kar e ji bo rawestandina şer û destdirêjiya nerewa li dijî Kurdên li Sûrî.

Li vir dixwazim bêjim ku rêberê nemir Mela Mustefa Barzanî ji bo bidestxistina aramiya me kar kir û nasnameyeke yekgirtî ava kir, ev rêbaz jî bû sedema xurtkirina pîwendiyên hevseng nav hemî Kurdan de ku bi hev re û bi yekdeng bêjin Kurdistan an neman. Îro Serok Mesûd jî bi armanca xizmetkirina pirsa Kurd çi li Sûrî û çi li Tirkiye û Iran rawestiya û ji beylî ewqas zext, zordarî û dorpêçên aborî li dijî Hewlêr dijminan pêk anîn, lê Serok jî ramanê xwe neguhert.

Bi rengê hane, Serokê Netewa Kurd Mesûd Barzanî doktrînek taybet û bingehek taybet bi pêş xistiye ku hema hema ne mumkin e ku were hilweşandin û ev stratejî bû sedema aramiya navbera kurdan de. Çi bêtar bi ser kurdan de tên, ji Hewlêra peytext têtê dermankirin.

Pustên heman beş