Dezgeha Barzanî û reklam…

Dezgeha Barzanî û reklam…

Nûrî Çelîk

Di erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê de milletê Kurd derbek mezin xwar, brînek mezin di laşê wî de vebû û dibe ku bi dehê salan jî ev felaketa bi êş û jan neyê jibîrkirin. Li gor texmînên hinek pisporên erdhejê, hejmara mirîyên erdhejê wê ne kêmî 200 hezarî bin. Û ji sedî 90ê wan jî mixabin Kurd in.

Di vê erdheja giran û bê însaf de alîkarî û piştgirîya her insanî, her dezgeh û her welatî girîng e û erkek ji erkên mirovatîyê ye. Yek ji wan dezgehên ku erka xwe ya mirovayî û bratîyê pêk tîne jî bêguman Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji roja pêşîn de destê alîkarîyê dirêjî brayên xwe yên Bakur kir û niha jî destê alîkarîyê dirêjî brayên xwe yên li Rojava û bi taybet Cindirês û Efrînê dike. Ev yek cihê şanazî û serbilindîya temamê Kurda ye, divê wilo be jî.

Dewleta Tirk, PKK, dezgeh û çapemenîyên wan heta ji wan tê ambargoyê datînin ser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û naxwazin navê Kurd û Kurdistanê bînin ser zimanê xwe. Naxwazin civaka Tirkiyê ji Kurd û Kurdistanê, ji xêr û alîkarîya Barzanî û hikûmeta Kurdistanê haydar bibin. Nîjadperestîyê ew kor, kerr û lal kiriye. Di çapemenîya xwe de (îstîsna ne tê de) behsa alîkarîya her welatî dikin, lê weke ku Kurdan alîkarîya wan nekiribe dev û çavên xwe ji rastîyê re digirin. Rastî heta bi astekê tê veşartin. Lê piştre ew rastî eşkere dibe, li nav ser û çavên wan dikeve û li wan vedigere.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî erkên xwe yên brayetî û merivantî bi cîh anî û tîne. Piştî alîkarîya Bakur, îcar destê alîkarîyê gihand Efrîn û Cindirês a Rojava û bi hawara brayên xwe ve çû. Çawa ku Barzanî doh bi hawara Kobanê ve çûn û Kobanê radestî terorîstên ÎŞÎD ê nekirin, îro jî Efrîn û Cindirês bi tenê nehiştin. Ev erkek netewî, brayetî û herweha erkek mirovatî ye jî. Karwanê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê bi alên rengîn hat pêşwazîkirin. Ev jî dide xuyakirin ku Barzanî li ku bin, ala Kurdistanê li wir e. Barzanî li ku bin, Kurdayetî û Kurdistanîbûn li wir e.

Li vir mijara ku emê li ser rawestin ne hest û helwesta çapemenîya dewleta Tirk yan a PKK û çapemenîya wê ye. Hest û helwesta hinek kesên ku di medya civakî de xwe wek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar didin nasîn e. Ew kesên ku bi salan di nav partîyên siyasî yên Kurd de siyaset kirine û xwedêgiravî xwe Kurd û Kurdistanî dibînin, bi heman hest û helwesta dewleta Tirk û PKK xwe nêzîkî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin û naxwazin zêde reklama vê dezgeha pîroz bê kirin. Her dezgeh, her millet û her dewlet gava tîm û şandeyên alîkarîyê dişînin welatê erdhejê, hem propaganda xwe û dewleta xwe dikin, hem jî ev yek ji wan re dibe reklam û bi vê reklamê di awira gelemperî de hebûna xwe disepînin. Sedema ku dezgeh û çapemenîya dewleta Tirk û PKK behsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û alîkarîyên Hikûmeta Kurdistanê nakin û jê direvin, ev reklam e. Behskirina dezgehê tê wateya reklamkirina wê. Reklamkirina wê, tê wateya naskirina wê. Naskirina wê jî tê wateya qebûlkirina Barzanî û hebûna Kurdistanê. Sedema kerr, kor û lalbûna wan ev e. 

Baş e, îcar çi agir bi wan kesên ku ne hevalên dewletê û PKK ne, ketiye? Çima li dijî reklamkirina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derdikevin?  Gelo bi vê helwesta xwe xizmetê ji dewleta Tirk û PKK re nakin? Dewlet naxwaze reklama vê dezgehê bê kirin, PKK naxwaze bê kirin û ev kesên xwenenas naxwazin bê kirin. Ev ne dilxirabî û neyartî be naxwe çi ye? Kî û kîjan dezgeh, partî û dewlet reklama xwe nake û naxwaze bike? Yan wek her tiştî, reklam ji xelkê re adet lê tenê ji Kurdan re qebhet e? Ev çi mejî ye, çi hest û helwest e, çi Kurdayetî û çi şorbe ye!

Werhasilî kelam, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di rojên herî teng û giran de brayên xwe yên li Bakur û Rojava bi tenê nehişt. Berî herkesî ew bi hawara brayên xwe ve çûn. Heger reklam be reklama herî mezin wan heq kiriye. Heger reklama zêde xirab be, ew xirabî li ser herdu çavan hatî.

Û yek ji şaşî, xeletî û kêmasîya me Kurdan çi ye hûn zanin?

Wek Kurd em zêde reklama xwe nakin!

Pustên heman beş