Otomobîla tîmekî hawarçûnê wergeriya 13 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Kirikkale ya Tirkiyê mîdîbusa tîmekî hawarçûnê ya ku piştî erdheja 6ê Sibatê çûbû parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê dema ji wê deverê vedigeriya di rêde wergeriya û 13 kes birîndar bûn.
Li navçeya Keskîn ser rêya navbera Kirikkale û Kirşehîr îro 15ê Sibatê mîdîbusa tîma hawarçûnê ya ji Meletî vedigeriya ji rê derket û wergeriya.
Di bûyerê de 13 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bi ambulansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.
Li gor agahiyan rewşa birîndaran baş e.