Pentagon Dibêje Rêberê DAIŞ’ê Hamza Humsî di Operasyonekê de Hat Kuştin

Pentagon Dibêje Rêberê DAIŞ’ê Hamza Humsî di Operasyonekê de Hat Kuştin

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku leşkerên Amerîkî bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) operasyoneke nû li dar xistiye.

Li gor ragihadina Wezareta Berevanî ya Amerîka operasyon li rojhilata bakurê Sûrîyê li dar ketiye û di encamê de rêberê payabilind yê DAIŞ’ê Hamza el Humsî hatiye kuştin.

Di daxuyanîyê de nehat eşkere kirin ku rola el Homsî çi ye. DAIŞ’ê herî dawî di meha Berfanbarê de piştî rêberê wê di operasyonekê de xwe kuştibû rêberekî nû bijartibû.

Her weha di daxuyanîyê de hat gotin 4 leşkerên Amerîkî û kûçikekê wezîfeyê di vê Operasyonê de birîndar bûne û niha ew li Îraqê li navendeke Amerîkî têne derman kirin.

Pustên heman beş