Di êrîşa çekdarî ya li Amerîkayê pêkhatî de 6 kes hatin kuştin

Di êrîşa çekdarî ya li Amerîkayê pêkhatî de 6 kes hatin kuştin

Li cihên cuda yên bajarê Arkabutla yê eyaleta Mississippi ya Amerîkayê, şeş kes hatin kuştin û polîsan êrîşkar desteser kir.

Polîsê bajarê Arkabutla di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand, çend bûyerên teqekirinê li sê cihên cuda yên bajarê Arkabutla yê ser bi eyaleta Mississippi rûdane û di encamê de şeş welatiyan canê xwe ji dest dane.

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê bûyerê de diyar kir: “Di dema 48 demjimêran de, xelkê me herî kêm 73 bûyerên teqekirinê dîtin.”

Joe Biden destnîşan kir ku tundûtûjiya bi demançeyê nexweşiyek û divê Kongres niha pêngavan biavêje ji bo lêkolînkirina li ser zêdebûna diyardeya teqekirin û kuştinê.

Derbarê bûyerê de polîsê bajarê Arkabutla ragihandiye, tometbar teqe li parka otomobîlan a firoşgehekê kiriye, piştre bi otomobîla xwe çûye maleke nêzîkî cihê hevjîna xwe ya berê û ew kuştiye.

Piştre polîsan du termên din di malekê de dîtine, ku di wê baweriyê de ne, ew her du term, ji malbata tometbar in.

Pustên heman beş