Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand, ji roja piştî erdhejê wan alîkarî dane zêdetirî 110 hezar malbatên ziyandîtî, 33 hezar malbat ji wan li Mereşê a Bakurê Kurdistanê ne.
Li gor raporta Dezgeha Xêrxwazya Barzanî, heta roja 18/2/2023, 110 hezar û 826 malbatên ji erdheja 6î sibatê ziyan dîtine, sûdmend bûne.
Li gorî amaran, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê, xurak û keresteyên jêrîn belav kir:
– 32.000 xwarinên amadekirî.
– 30 hezar û 980 betanî, doşek û balîf.
– 32 hezar û 900 set ava vexwarinê.
– 19 hezar 2 xwarinên cuda yên hişk.
– 3 hezar û 676 dermankirin.
– 4 ton derman ji bo Efrînê.
– 9 hezar sobe.
– 6 hezar 108 cil.
– 2 hezar û 537 kon.
– 8 hezar û 48 pakêt şîrê zarokan.
– 100 alavên avakirinê.
Bajarên ku ji alîkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sûd wergirtine:
– Li Mereşê 33 hezar û 389 malbat.
– Li Dîlokê 25 hezar û 440 malbat.
– Li Semsûrê 9 hezar û 550 malbat.
– Li Ruhayê 7 hezar û 462 malbat.
– Li Amedê 4 hezar malbat.
– Li Meletiyê 4 hezar û 580 malbat.
– Li Efrînê 17 hezar û 405 malbat.
– 9 hezar malbat li bajarê Adana yê Tirkiyê.
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ragihand, 13 kamyonên din ku tê de malzemeyên curbecur hene, gihîştine Bakur û Rojavayê Kurdistanê û ji bo belavkirinê amade ne.
Li gorî amarên dawî, di erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de 40 hezar û 642 kes mirin û 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûn. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 5 hezar kes li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê mirine.