Erdihej.. Li 11 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 41 hezar kes mirine

turkey-kurdistan-deprem-oldu-41000

Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane.

Serokê AFADê Yunus Sezer, îro Yekşemê 20ê Sibata 2023ê amarên nû yên erdheja Mereşê, ku bandor li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, eşkere kirin.

Sezer got, “Mixabin di erdhejê de heta niha 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane. 35 hezar û 250 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê piştgirî dan xebatan. Niha 19 hezar karmendên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin. Li herêmê zêdeyî  250 hezar karmend kar dikin. Niha 15 hezar û 250 makîneyên kar dixebitin. 78 balafir û 116 helîkopter karên xwe berdewam dikin.”

Di erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdeyî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.

AFADê roja Yekşemê 19ê Sibatê ragihand ku piştî erdheja Mereşê 6 hezar û 212 erdhejên paşekî çêbûne. Xelkên ku xaniyên wan saxlem in û zerar nedîtine, ji ber tirsa erdhejeke nû newêrin biçin malên xwe.

Pustên heman beş