Erdogan: Avahiyên nû dê werin avakirin ji 3-4 qatan zêdetir nabin

Erdogan: Avahiyên nû dê werin avakirin ji 3-4 qatan zêdetir nabin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, dê li deverên ku erdhej lê rûdane, avakirina xaniyan dest pê bike û ew avahî dê ji 3-4 qatan zêdetir nebin.

Recep Tayyip Erdogan serdana bajarê Hatayê kir û li Navenda Hevahengiya Parêzgehê ya AFADê daxuyanî da.

Erdogan diyar kir, li deverên erdhejê, cihên ku avahiyên nû dê werin avakirin, di çarçoveya plana bajarekî nû de, li gor kalîteya zemînê, xeta erdhejê û li gor çanda deverê werin avakirin.

Herwiha eşkere kir, di meha Adarê de, li Hatayê 40 hezar û 426, li Mereşê 45 hezar û 67, li Semsûrê 25 hezar û 882, li Dîlokê 18 hezar û 544, li Meletiyê 44 hezar û 770, li Osmaniyê 9 hezar û 550, li Diyarbekirê 6 hezar, li Rihayê 3 hezar, li Elezîzê 3 hezar û 750, li Edenê 2 hezar û 500, li Kîlîsê 250 xanî dê werin avakirin.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir, avahiyên ku dê werin çêkirin, di çarçoveya plana bajarekî nû de, li gor kalîteya zemîn û xeta erdhejê û li gor çanda deverê, herî zêde 3-4 qatî dê werin avakirin.

Pustên heman beş