Bruksel.. Xwepêşandan ji bo bi terorîst nasandina supayê pasdaran

Bruksel.. Xwepêşandan ji bo bi terorîst nasandina supayê pasdaran

Hejmarek zêde ya Kurd û Îranîyên ji dervey Îranê îro li l ber avahiya Konseya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê kom bûn.

Banga beşdarbûn di vê kombûnê de ji aliyê hin ji nûnerên parlamanên Ewropayê, li dijî Komara Îslamî û her wiha bi daxwazkirina ji Yekîtiya Ewropayê ji boy bi terorîst nasandina supayê pasdarên Îranê hatibû kirin.

Beşdarbûyan ku hevdem ala Îranê û ala Kurdistanê bilind kirbûn, siloganên weke “Serhildan, tek rêya Çareseriyê ye”, “Jin Jiyan Azadî”, “Mirin ji dîktator re”, supayê pasdaran terorîste” diqîrandin.

Yek ji daxwazên beşdarbûyan di vê kombûnê de terorîst nasandina navê supayê pasdarên Îranê di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de bû.

Beşdarbûyan her wiha daxwaz kirin Konsolxaneyên Komara Îslamî li Ewropayê bên girtin.

Pustên heman beş