11 sal li ser qetilkirina siyasetmedarê Kurd Nesredîn Birhik ji aliyê PYD’ê ve derbas bûn

11 sal li ser qetilkirina siyasetmedarê Kurd Nesredîn Birhik ji aliyê PYD’ê ve derbas bûn

Îro 11emîn salvegera kuştina Nesredîn Birhik yek ji rêveberên payebilindên PDK-Sêye. Birhik berya 11 salan di encama gulebarana li ser rêya Qamişlo de bi giranî birîndar bû.

Wesayîta Birhik di nava tevgerê de bû dema di 13’ê Sibatê de teqe lê hatiye kirin û ew bi giranî tê de birîndar bû, pêşî rakirin nexweşxaneyên Qamişlo û piştre jî birin Helebê. Lê Birhik di 22ê Sibatê de wefat kir.

Birhik siyasetmedarek bû ku hem ji aliyê PYD û hem jî ji aliyê rejîma Esed ve timî dihat tehdîdkirin. Ti kesek ji bo kuştina wî nehatiye binçavkirin û girtin. Ew jî mîna Mişhel Temo û Behzat Tursun dijminê hevparê PYD û rejîma Esad bû, û wek hevalên xweyên din jî bû qurbana kuştineke siyasî. Piştî sala 2011’an ku li rojava û Sûriyeyê pêvajoya siyasî dest pê kir, gelek siyasetmedar hatin tasfiyekirin û bi vê yekê hate xwestin ku kurdên rojava xetên xweyên siyasî û serbixwe ava nekin. Hûn dikarin li ser vê mijarê li dosyaya meya berê amadekirî binêrin: https://darkamazi.info/archives/1033175

Nesredîn Birhik kîye?

Di sala 1960’an de li gundê Kevrê Denaya girêdayî bajarokê Çilaxaya Dêrkê ji dayik bûye. Lîseya elektirîkê qedandiye. Di temenekî pirr biçûk de tevlî kevneşopiya siyasî ya Barzanî bû. Pêşî bû endamê Partiya Sûriye ya Demokratîk, El-Partî û di sala 1998an de bû endamê Polîtburoya vê partiyê.

Heta roja ku hat kuştin ji aliyê rejîma Sûriyê ve gelek caran rastî gefan hat û di sala 2004an de demekê di zindanê de ma. Di sala 2009an de dîsa hat girtin. Di sala 2011an de ji bo pêşengiya Tevgera Gela Rojava dest bi xebateke mezin kir. Ew ji aliyê hêzên herêmîyên PYDê ve hat tehdîdkirin. PKK’ê gelek caran bi rêya axayên herêmê gef li wî kirin ku ew xwe ji siyasetê vekşe.

PYD yekem alî bû ku hem ji aliyê malbata wî û hem jî ji aliyê partiya wî ve bi gulebarankirina Birhik hatiye tawanbar kirin. Ji aliyê din ve PYDê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.

Nasretîn Birhik ku di 22’ê Sibata 2012an de hat qetilkirin, bi navê Ebû Ela Bavê Ela dihat naskirin. Bavê Ela li gundê xwe “Kevrê Dena” bi merasîmeke mezin bi axê hat sipartin.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-s) îsal Nesredîn Birhik bi merasîmekê bi bîr anî.

Pustên heman beş