Qetilkirina Mîşel Temo Di sêgoşeya «Sûryê ,PKKê û Tirkiyê» de

11 sal li ser qetilkirina kesayetî welatparêz, Kurdistanî, xwedî nirx û berhemdar Mîşel Temo derbas dibin. Temo di 7ê Cotmeha 2011an de li Qamişloyê hat qetilkirin.

Kuştina Mîşel Temo ne kuştineke asayî bû. Di çarçoveya planeke herêmî de hat meşandin. Eniya Dije-Kurd a ku li Rojhilata Navîn statûya Kurdan qebûl nedikir, ev cinayet kirîye.

Dijminê hevbeş ê Rejîma Sûryê û PKKê: Mîşel Temo

Mîşel Temo kesekî xwedî zanîn û karîzma bû ku bi jiyan, helwest û çalakiya xwe, di rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê de roleke girîng hebû. Taybetmendî yên wî yên rêxistinkar ciwanên Rojava li dora xwe kom dikir. Sedema sereke ya cînayeta wî jî ev kesayetîya wî ya pêşeng bû. Ji ber vê di sala 1988an de ji ber xebatên xwe yên bi Kurdan re heyî, ew bû hedefa dewleta Sûryê, ji kar hat dûrxistin û karên fermî ji wî re hatin qedexekirin.

Li aliyê din PKKê di sala 1995an de li Qamişloyê Mîşel Temo bi kuştinê tehdîd kiribû. Li gorî PKKê Mîşel Temo reformxwaz bû. Di wan salan de PKKê bi gotina ev kese “Kurdistaneke serbixwe naxwazin, otonomî dixwazin, li pêşiya avabûna Kurdistaneke mezin asteng in”. Bi vê tometê PKKê gefên kuştinê li Mîşel Temo kiri bûn. Gelo ew Mîşel Temo yê ku hem dewleta Sûryê hem jî PKKe dijminê wî kî bû?

Mîşel Temo kî ye?

Ew di sala 1957an de li gundê Cenase yê Dirbêsiyê ji dayîk bûye. Di sala 1972an de bû endamê Partiya Yekitiya Gelerî a Kurd. Di sala 1980ê de li zanîngeha Helebê beşê Endazyariya Çandiniyê xwandîye. Dema ku di Rêveberiya Çandiniyê ya Qamişloyê de karmend, di sala 1988an de ji ber xebatên wî yên siyasî ji wezîfeya dewletê hat avêtin.

Lê belê Temo dest ji xebata xwe berneda û li Qamişloyê di nav rewşenbîran de domand. Bi taybetî piştî geşedanên li Başûrê Kurdistanê di sala 1991an de têkiliyên xwe bi Başûrê Kurdistanê re xurtir kir û pêşbînî kir ku ev pêşketin dê li Sûriyeyê jî bandorek erênî bike. Di demeke wiha de PKKê di sala 1996an de dîsa gefên kuştinê li Temo kirin.

Mîşel Temo 20 salan endamê Partiya Gelerî a Kurd bû û heya erka Polîtburoya partîyê jî bilind bû. Di sala 2000an de ji ber ku metirsiya asîmîlekirina Kurdên Rojava dît, biryar da ku xebatên ronakbîriyê pêş bixe. Her wiha beşdarî wan saziyên civaka sivîl bû yên ku Rejîma Sûryê rexne dikin. Di Kanûna 2000ê de li Qamişlo Navenda Çanda Celadet Alî Bedirxan vekir. Li vir çîrokên edebî û meqeleyên siyasî bi Kurdî nivîsandin.

PKKê, partiya Temo bi xayîntiyê tawanbar kir

Di sala 2005an de wî dîsa berê xwe da xebatên siyasî. Partîyek bi navê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûryê ava kir. PKKê Temo û hevalên wî roja damezrandina vê partiyê bi xiyanetê tawanbar kirin.

Di sala 2008an de li ser rêya di navbera Heleb û Kobanî ji aliyê Hêzên Rêjîmê ve hat girtin. Di zîndana Şamê de ma û bi tundî hat îşkencekirin. Di dadgehê de wiha got: “Hûn her kesê ku demokrasiyê li Sûryê dixwaze bi sîxoriyê tawanbar dikin». Dadgehê 3,5 sal cezayê girtîgehê jê re da. Di girtîgehê de xwest ku partiya wî tevlî pêvajoya serhildana gel a li Sûriyeyê bibe. Di sala 2011an de bi efûya giştî ve hat azad kirin.

PKKe û rejîma Esed Mîşel Temo wek dijmin didît

Piştî ku Temo hat berdan, li Sûryê pêşengiya serhildana gel kir. Ew tevlî rêxistinkirina opozisyona Sûryê bû. Di Îlona 2011an de sûîqest lê hat kirin lê bê zerar rizgar bû. Piştî tam mehekê di 7ê Cotmehê de rastî êrîşa 4 çekdaran hat û jiyana xwe ji dest da.

Bi deh hezaran gel beşdarî xaksipardina cenazeyê Temo bûn. Dewleta Surîyê xwepêşander remî kirin bi dehan kes birîndar bûn.

PKKê di van xwepêşandanên protestokirina cînayeta Temo de bêdeng ma cîhan jî sînordar tevlî bû.

Lê nêrîna PKKê û Rejîma Sûryê li hember Mîşel Temo yek bû. Her du hêzan jî Temo weke neyarê xwe didît.

Peymana Dije-Kurd a PKKê û Rejîma Esed ya sala 1985ê

PKKe ya ku ji sala 1980 li Lubnan û Sûryê hatî vehewandin, di sala 1986an de ev statûya xwe derxist asteke bilind. Birayê Hafiz Esed, Cemîl Esed, got ku ew ê her derfetê bidin rêveber û xebatên PKKê li berdêla ku “Ciwanên Kurd li Sûriyeyê ji bo tevgerên din neçin” Bingeha peymanê ew bû ku Rojava weke Kurdistan neyê bi nav kirin. Rê li ber ciwanên Kurd bê girtin ku tevlî rêxistinên weke el-Ensar ku rizgarîxaza Rojava dikin, nebin. Di heman demê de wê tu muxalefetek li dijî Esed çênekin.

PKKê ev şert qebûl kirin. Ji wê demê û vir ve, heta niha jî PKKê Rojava weke Kurdistan qebûl nekirîye û nedîtiye. Di salên 1990 î de ji ciwanên Rojava re digot “herin welat”. Welat Bakurê Kurdistanê bû. Ango li gorî peymana Rêjîma Surîyê û PKKê Rojava ne Kurdistan bû. Îro jî PKKe ji Rojava re di bêje Bakurê Sûryê. Çawa ku Tirk ji Kurdistanê re dibêjin Rojhilat-Başûrê Rojhilat PKKe jî bi heman termînolojîya dagirkeran bi kar tîne û bi fermî dibêje bakurê rojavayê Surîyê. Li gorî têgeha PKKê ger bibêje Rojava wê dewlet wan weke cûdaxwaz bi nav bike. Tê zanîn ku PKKe li dijî parçebûna dewletên mêtingere yên ku serwerîya Kurdsitanê dikin.

Li Başûrê Kurdistanê di sala 1992an de avakirina meclîsê û Hikûmetê bandor li Rojava kir. Di navbera Rojava û Başûr de her tim têkiliyeke siyasî û çandî hebû ye. Bi geşedanên li Başûr re gel berê xwe da Başûr, li bajaran civîn hatin lidarxistin. Rejîma Sûryê li dijî bayê azadiyê yê Başûr bû ku derbasî Rojava yê Kurdistanê bibe. Di şerê li dijî şoreşa Başûr de piştgirî da PKKê. Hem çek dan û hem jî PKKe li ser xeta Berava Dîcle-Kocerat a Dêrikê bi cih kir.

PKKe ji salên 1990 î ve êrîşî mixalifeta Kurdên Rojava dike

Her wiha PKKê li bajarên Rojava dijminatiya xwe ya li hember partiyên piştgirên Başûrê Kurdistanê zêde kir. Li cihên wekî Amûdê û Qamişloyê kesayetên siyasî hatin qetilkirin. Wê demê PKKê digot ev partiye xayînin ji ber ku “Kurdistanek serbixwe naxwazin”, îro jî berovajî dibêje “ev partiye ne dê Surîyê parçebikin û Kurdistanekî Serbixwe ava bikin wê Îsraîleke nû avabikin” û loma jî êrîşî mixalifeta Rojava dikin. Mîşel Temo jî bi gefên devkî para xwe ji vê pêvajoyê girti bû. Kurt û kurmancî PKKe li gor berjewendiyên dewleta Sûryê êrişî muxalefeta Kurd dikir û dike.

Êrişên îro li ser ENKSê û pêkhateyên wê tên kirin xwedî dîrokekî kevne vedigere dawîya salên 1980-90 î. Sûryê kesayetiyên Kurdistanî yên resen tune kirin û li ser mîrateyê wan PKKe bi cîh kir. PKKê û dewleta Surîyê ev proje bi hevra li Rojava cî bi cî kir.

Mehek beriya kuştina Mîşel Temo ji aliyê PKKê ve wek xayîn hat ragihandin. Salih Muslim di Îlona 2011an de di hevpeyvîna xwe ya bi ANFê re gotibû, “Ji bo hilweşandina dewleta Sûryê konseyek ji 94 kesan pêk tê ava kirin, di nav de hevkarên (xayînên) Kurd jî hene”. Muslim, Temo wek pêşengê koma xayîn a ku ji aliyê dewletên Rojava ve tê piştevanî kirin hedef girt. Piştî ku Temo hat qetilkirin jî Muslim dîsa derket holê û bi gotina “Dibe ku Rêjîmê ew nekuştibe, belkî dewleta Tirk ew kuştibe” qatil parastin.

Gelek eşkereye ku Mişel Temo li gor bernameya hevbeş a PKKê û Rejîma Sûryê hat kuştin. Qatil herdu alîn e.

PKKe û dewleta Sûryê di kuştina Mîşel Temo de şirîkin

Ger hûn li rastiyê binerin, eger kesên mîna Mîşel Temo, Behzat Dûrsin ê ku wê demê ji aliyê PKKê ve hat qetilkirin jî di qada siyasî de bûna, Salih Muslim nikarî bû li Rojava pêşengiyê bike. Yanî serokên rast hatin kuştin, kadroyên mîna Muslim ên ji hêla PKKê û Sûryê hatîn çêkirin, danîn ser desthilatê.

Dema em li van hemûyan dinêrin, diyar dibe ku PKKe û dewleta Sûryê şirîkên kuştina Mîşel Temo ne. Herdu alî li hev kirin ku ji bo berdewamiya rejîma Sûryê partî û kesayetên netewperwer ji holê rakin. Ev her du şirîk (PKKe û Sûriye) xwedî zincîreyeke dirêj a kuştinên tarî ne.

Rêbaza siyasî a Mîşel Temo nehat parastin

Şert û mercên têkoşînê yên piştî qetilkirina Temo û helwesta wî ya siyasî ji aliyê malbat û tevgera siyasî ve nehate parastin. Helwesta siyasî ya Mîşel Temo bi opozisyona Tirkiye û Sûryê ve naveroka wê hate valakirin û tenê weke sembol hate dîtin. Lê Temo ne tenê li dijî Rejîma Sûryê tekoşîn dikir, di heman dem de jî barê ronakbîrî û rêxistinbûna civaka Kurd dabû ser milê xwe. Wî di hişt statûya Kurd di nava pêwendiya opozisyona Sûryê de were xelandin.

 Ev xeta Mîşel Temo ya mebdeyî û Kurdistanî jî, bi dezenformasyona hişmendî ya dewleta Tirk ve hat tunekirin

Mîşel Temo rewşenbîrekî Kurd bû, serokekî siyasî yê pêşeng bû. Divê xeta wî were parastin. Kesayetiya wî jiyan û xeta wî ya siyasî rastî êrişên sêgoşeya Sûriye, PKKe û Tirkiyeyê hat. Ev cînayeta sîyasî di vê sêgûşeya tarî ya (PKKe -Sûriye-Tirkîyê) de pêk hat.

Pustên heman beş