Di erdhejê de jî PKKê nekarî kerb û kîna xwe ya hemberî Kurdan asteng bike

pkk-erdhej-kurdistan-pdk-pshmarga-barzani-rojava-efrin-info

Du erdhejên Mereşê, rojeva hemû parçeyên Kurdistanê bi taybet Bakurê Kurdistanê û gelê herêmê guherand. Em di serdemekê de ne ku mirov di xemgîniya mirinê de travmayên mezin dikişînin û ji bo pêşerojê gelek diltirsin. Her kes bi awayên cuda bi vê travmayê re mijûl dibe. Yên ku xwe bi olê ve girêdidin, yên ku mîna ku erdhej nebûye di xwazin ji bîr bikin û hinek jî bi alîkariyên mirovî hewl didin vê êşa giran derbas bikin. Lê rastiyek heye ku hemû li çareseriyên takekesî digerin û di karesatên wiha mezin ên civakî de, çareseriyên takekesî ne bes in, pêwîstî bi çareseriyên civakî heye.

Mixabin tişta ku niha herî zêde weke Kurd pêdvî ew e ku dezgehên neteweyî ku Kurd bêtirs pişta xwe bispêrin ê. Ev jî dibe sedem ku karesata erdhejê û travmaya ku li Kurdan tê jiyîn wê ji bo pêşerojê encamên xerabker hebin. Beriya her tiştî metirsîya mezin a mîna guhertina demografiya bajarên Kurdan heye. Ji xwe gelek Kurdên welatparêz û rewşenbîr ji guhertina demografiya bajarên Kurdan ên Rojavayê Firatê nîgeran in. Ev rewşa li Semsûr, Mereş, Riha, Dîlok û navçeyên wan dibe ku di sed salên pêş de paşeroja Kurdan biguhere. Pêwîste Kurd serê xwe bidin hev û li gorî vê metirsîyê siyaseteke hevbeş pêş bixin.

Di vê rewşê de, PKK ya ku xwe wek xwediyê yekane yê Bakurê Kurdistanê dibîne, endam, medya û ekîba wê ya nivîskar û wênekêşên wê di nava xebatekî dijber de ne. Derdê wan jî wiha ye: “Piştî erdhejê, Dezgehê xêrxwazîya Barzanî xwînşerînîyek mezin peyda kir, gelê Bakur û Rojava hevsoziya Barzanîyan kir.

Dezgehê xêrxwazîya Barzanî beriya li ser bûyerê de 24 saetan derbas bibe li herêmên erdhejê bû. Kompanîya Kavin ku mezintirîn grupa înşaatê ye bi 200 wesayîtên şixulî ve beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû. Li Semsûrê, Elbîstan û Islahiyeyê jî Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî da yekem dezgeh bû ku xwarina germ li mexdûrên erdhejê belavkir. Li Efrînê Kurdan Weqfa Barzanî hembêzî bi coş pêşwazî kir. Di rojên dijwar de Barzanîyan destê xwe dixist bin kevir û bi hewara mirovan çû. Dezgehê Barzanî bû hêviyek di nava van heriftek û kavilên mezin de. PKKe ketîye tirsa xwe ku kesên ji vê felaketa mezin rizgar bûne Barzanîyan wek dergehê hêvîyê bibînin.

Her çend medyaya PKKê ya yekem a erdhejê bi hesasiyetên xwe zêde deng dernexistibe jî, lê niha vegeriyaye ser stratejiya xwe ya dij-Kurd, ango “stratejiya şermezarkirina nirxên Barzanî, PDK, Pêşmerge û Kurdistanî”.

Yek bi yek dest dijberîyê kirin

Ragehandina PKKê bi çi awayî harîkarîyên ji Herêma Kurdistanê çûyî tomar nekir. Pirr hewl didan ku kamîrayên wan xebatkarên Dezgehê Xêrxwazîya Barzanî taswîrnekin.

Paşê jî bi awayekî bêşerm behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo deverên erdhejê gotin ku “ew çûye kargehên xwe yên Dîlokê kontrol bike”. Bi vî awayî rojnamevanê PKKê Aziz Köylüoğlu yê bi navê kod Kemal Amed, di ziyareta herî însanî ya cenabê Nêçîrvan Barzanî jî berovajî ragehand û dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan vereşî.

Çûna Dezgehê xêrxwazîya Barzanî bû Efrînê jî kirin mijara nîqaşê. Gelo çi bû ye, ev alîkarî bi destûra çeteyan hatine şandin. Ji ber ku rêyek din tune. Helbet hedefgirtina Barzaniyan ji aliyê PKKê ve ne nûye. Derveyî rêka li ser Tirkiyê ji bo gihandina alîkariyên Efrînê çi rêkên din nebûn. Lê ew PKKe ya Efrîn radestî çeteyan kirî ne xwedî mafê axiftinê ye.

Niha jî dest pê kirine dibêjin ku “PDK rê nade ku alîkarî di deriyê Sînorê Xabûrê re derbas bibe”. PKKê dizanibû ku wê harîkarîyên wan negihêje Efrînê, lê disa li Silêmaniyê dest bi kampanya alîkariyê kir. Ev kampanyaya alîkariyê ya ku bê destûr û ne zelal PKKe dimeşîne tenê berhevbûyî yên heyî li ser kamp û hêza xwe ya leşkeri dabeş dike. Mîna di kampanyayên berê de jî kirî. Alîkarî naçe gelê Efrînê. Yanî alîkarî di bin navê Efrînê de, bi armanca berjewendîyê xwe û amûrek propagandayê hatiye kirin.

Em vê yekê ji van çend mînakan dibînin ku; PKKe şerê ku neyî li dijî dewleta Tirk sembolîk be jî rawestand, lê ev felaketa mezin a ku li Kurdan qewimî jî nekarî siyaseta PKKê ya dijminatiya PDKê û Kurdan bisekinîne. PKKê li dijî Kurdan agirbest nekiriye. Roj roj a ku “Gelê me wêraniyeke mezin dît, nikarîbû tiştekî bifikire, Ji bo yekitiya Kurdan, siyaset, propaganda û reqabetê deynin aliyekê, derdê gel sivik bikin û travmaya heyî derman bikin roja hevgirîyê ye” ku Kurd xwe ne sipêrin sazîyên Tirkan. Lê mixabin li vê roja hewarê de jî PKKe dijminahîya xwe vedirêşe. Di van rojên reş jî PKKe û AKPe bi berjewendîya xwe tevgerîyan.

Êrîşa PKKê ya li ser tevgerên din ên Kurd bi taybetî PDKê nîşa me di de ku felaketa herî mezin a hatî serê Kurdan PKKe bi xwe ye. hêj bi hezaran mirov di bin xirabeyan da ne, hezaran mirov bê mal û şûn mane, malbatên xwe ji dest da ne, cenazeyên xwe bê kifin defin dikin… di van zirofên xemgîn de jî PKKe ji piştgirîya Kurdan di tirse.  Bi rastî PKKe karesata herî mezine bi ser Kurdan da hatî. Kurd dê ji karesata erdhejê rizgar bibin, lê mixabin ji karesata PKKê ya ku 40 sal didome nikarin xwe rizgar bikin. Lê tişti misoger ew e ku heya Kurd xwe ji karesata PKKê rizgar nekin nikarin xwe ji çi karesatên din rizgar bikin.  

Pustên heman beş