Karesateke din.. Bi dehan koçber li qiraxên Îtalyayê xeniqîn

imrs-italy

Li qiraxên Îtalyayê belemek bin av bû û herî kêm 40 koçberan canê xwe ji dest dane.

Medyaya fermî ya Îtalyayê îro 26ê Sibata 2023an ragihand, belemek li qiraxên başûrê Îtalyayê bi nav bûye ku nêzîkî 100 koçberan tê de bûn.

Berevaniya Sivîl a Îtalyayê ragihand, heta niha dora 40 term hatine derxistin û 40 kes jî hatine rizgarkirin û xebatên lêgerînê jî dewam dikin.

Li gorî ajansa “ANSA” a Îtalyayê, dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe, ji ber ku xebatên lêgerînê hîn jî berdewam in, lê pêlên bilind karê tîmên rizgarkirinê asteng dikin.

Ji aliyê xwe ve ajansa “Adnkronos” got, nêzîkî 100 koçberên neyasayî ji Îran, Efxanistan û Pakistanê di wê belemê de bûn ku piştî li kevirên qiraxên bajarê Crotone ket, bin av bû.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navdewlet ji sala 2014’an û vir ve zêdetirî 20 hezar koçber di nava Deryaya Sipî de xeniqîne yan jî winda bûne.

Pustên heman beş