Piraniya dezgeh, weqif û şîrketên Tirk yên ku xwedêgiravî ji bo xêrxwaziyê hatine damezirandin, li ser navê xêrxwaziyîyê dewlemend bûne û bûne holdîng . Li ser navê xêrxwazî û alîkariya feqîr û hejaran bi milyon dolaran diravan didin hev, lê di rastiyê de tu alîkariyê bi feqîr û hejaran re nakin.
Yek ji wan dezgeh û holdîngan jî Heyva Sor a Tirkiyê ye. Heyva Sor, a ku di demên erdhej û felaketan de divê bê berjewendî alîkariya xelkê bike, îro tiştekî belaş nade xelkê û çadiran jî bi peran difroşe mexdûrên erdhejê.
Derhet holê ku Heyva Sor a Tirkiyê (Kizilay), bi ser ku li herêmên erdhejê pêwistiyek mezin bi çadiran heye, çadir depo kirine, veşartine û piştre bi peran ew firotine xelkê.
Serokê Kizilay ê Kerem Kinik, da xuyakirin ku firotina çadiran yasayî ne, insanî ye, exlaqî ye û ne sûc e.
Di vê felaketa erdhejê de firotina çadiran û mexdûrkirina mexdûrên erdhejê çiqasî insanî û exlaqî ye kes nizane. Xuyaye ew exlaqê ku li ser navê mexdûran û li ser navê xêrxwazî û alîkariya mirovan dibin holdîng jî exlaqekî cuda ye..