Li bajarê Meletiyê erdhejeke din rû da

Li bajarê Meletiyê erdhejeke din rû da

Li bajarê Meletiyê erdhejeke din rû da, hêza vê erdhejê 4.1 pile li ser pîvera Richterê bû.

Li gor ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karestan (AFAD), îro li bajarokê Çirmigê yê ser bi bajarê Meletiyê erdhejek bi hêza 4.1 rû da.

Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlomtre di binê erdê de rû daye û çi ziyanên canî û madî li pişt xwe neanîne.

Duhî danê nîvro jî li heman bajarokî erdhejeke din a bi hêza 5.6 rû dabû û di encamê de 29 avahî rûxiyabûn, kesekî canê xwe ji dest dabû û 110 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an yên li Mereşê, heta niha zêdetir ji 10 hezar paşlerze rû dane.

Pustên heman beş