PKK’ê bi temamî YNK’e kontrol kiriye

PKK’ê bi temamî YNK’e kontrol kiriye

Her ku diçe têkiliyên di nêvbera PKK’ê û YNK’ê de bihêztir dibin û pêtir YNK’e dikeve bin bandora PKK’ê, helbet ev jî ji ber nizîkatiya van du partiyan û wergirtina biryaran ji yek çavkaniye ku ew jî Îran e.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, niha têkiliyên di nêvbera PKK’ê û YNK’ê de gihiştine asta herî jor, bi awayekî ku çekdarên PKK’ê weke kesên sivîl li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hatin û çûnê dikin û berpirsên van du partiyan bi awayekî berdewam hevdîtinan pêk tînin.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha eşkere kirin, PKK’ê niha li Silêmaniyê cîhek bi navê (Mala Birîndaran) vekiriye û dema çekdarekî wan li her derê birîndar dibe vediguhezin vê malê û li wir tedawiya birînên wan tê kirin. Mînak, PKK’ê du çekdarên xwe yên bi navê Nesrîn Bakur ku pispor bûye di bikaranîna çekê nîşaneşikên de û çekdarê bi navê Elîşêr Amed ku berpirsê tîmek gerîla bûye li dawiya sala 2022an ji herêma Metîna bi birîndarî veguhestine Silêmaniyê û li wir ew tedawî kirine û piştre ew careke din vegerandine herêma Metînayê.

Nizîkatiya di nêvbera PKK’ê û YNK’ê di demekî de ye ku her ku diçe YNK’e pêtir ji PDK’ê dûr dikeve û pêtir pisgirêkan ji bûy Hikûmeta Herêma Kurdistanê dirust dike. Çavdêrên siyasî jî di wê bawerê de ne ku nizîkatiya PKK’ê ji YNK’ê û dirustkirina pisgirêkan ji boy Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryara Îranê ye.

Pustên heman beş