Hejmara qurbaniyên erdhejên Bakur û Tirkiyê 45 hezar kes derbas kir

erdhej-deprem-turkey

Encamên erdhejên 6ê Sibatê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girantir dibin û hejmara qurbaniyan, 45 hezar kes derbas kir.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD) di daxuyaniyekê de amarên nû yên erdhejên 6ê Sibatê belav kirin û diyar kir, hejmara kesên di erdhejan de canê xwe ji dest dane, gihiştiye 45 hezar û 89 kesan.

Herwiha piştî her du erdhejên mezin ên bi pileya 7.7 û 7.6, zêdetir ji 11 hezar paşlerze rû dane. AFADê di daxuyaniya xwe de behsa birîndaran nekir lê tê zanîn, di wan erdhejan de zêdetir ji 100 hezar kesî birîndar bûne.

Serokê AFADê pêştir ragihandibû, di zêdetir 21 hezar avahiyên hilweşyayî de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne û niha em kar ji bo rakirina kavil û paşmayan dikin.

Pustên heman beş