“Ziyandîtiyên erdhejê AFADê bi astengkirina ketina alikariyan tawanbar dikin”

“Ziyandîtiyên erdhejê AFADê bi astengkirina ketina alikariyan tawanbar dikin”

 Kesên ku ji erdhejê zirar dîtine rêxistina AFAD a Tirkiyê bi astengkirina ketina alikariyê bo komelgeheke niştecihbûnê ya li gundewarê Helebê tawanbar dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Koçberên li komelgeha Sirûr a li bakurê Helebê di xwepêşandanekê de nerazîbûna xwe li dijî rêxistina AFAD a Tirkiyê nîşan dan û ew tometbar kir ku rê nade alîkarî derbasî komelgeha wan bibin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, nêzîkî 800 malbat di wê komelgehê de dijîn, ku malên wan li Cindirês û deverên din ên gundewarê bakurê Helebê di encama erdheja wêranker a 6ê Sibatê de ziyan dîtine. Di vê navberê de jî rêxistina AFAD’ê dorpêç daniye li ser koçberên wê komelgehê û rê neda rêxistinên mirovî, tankerên avê û alîkarî derbas bibin.

Komlegeha Sirûr li bakurê Helebê li nêzîkî gundê Yehmûl e, di destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve de ye û koçberên Ereb lê hatine bicihkirin.

Ji ber erdhejên vê dawiyê, hejmarek ji avahiyên bakurê rojavayê Sûriyê bi temamî hilweşiyane û hejmarek mezin jî derz lê ketine, ji ber wê jî beşek ji welatiyên wan navçeyên berê xwe dane penageh û navendên hewandinê.

Pustên heman beş