Li Dêrazorê di encama teqîna mayinekê de 5 kesan canê xwe ji dest dan

Li Dêrazorê di encama teqîna mayinekê de 5 kesan canê xwe ji dest dan

Di encama teqîna mayineke li başûrê rojavayê Dêrazorê de, 5 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûn.

Ajansa “SANA” belav kir, li herêma Kebacib a başûrê rojavayê Dêrazorê mîneke ji paşmayên DAIŞê di kamyonekê de teqiya ku tê de komek kes hebûn û bi mebesta lêgerîna li kuvarka Kimê (truffle) hatibûn deverê.

Da zanîn jî, di encama teqînê de 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya El-Esed a Dêrazorê hatin veguhastin.

Di dema borî gelek caran bombe û mayînên ku ji aliyê DAIŞê ve li beyabana Sûriyê hatine çandin, di karkerên ku li kuvarka Kimê digerin de teqiyan û hejmarek kes bûne qurbanî.

Duşema borî jî li derdora bajarê Selamiyê yê li rojhilatê Hemayê di encama teqîna du mayînên ji paşmayên DAIŞê de, 10 kesên ku li kivarkên Kimê digeriyan canê xwe ji dest dabûn û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Pustên heman beş