Bexda: Tirkiye çemê Feratê ziwa dike 

Bexda: Tirkiye çemê Feratê ziwa dike 

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand, eger Tirkiye li ser siyaseta avê ya niha berdewam be, çemê Feratê dê ziwa bibe.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, yedega ava Iraqê kêm e, rêkeftinek heye di navbera Iraq, Tirkiye û Sûriyê de li ser çemê Feratê ji bo dabeşkirina avê di navbera her sê welatan de û li gor rêkeftinê, bi qasî 500 metre sêca av di çirkeyekê de ji Tirkiyê tê berdan.

Ewn Ziyab herwiha diyar kir: “Bi rastî nîvê ava ku me li ser wê rêkeftin kiriye, digihe. Iraq jî daxwaz dike para avê bo 600 metre sêca di çirkeyekê de, were zêdekirin.”

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê tekez kir ku eger Tirkiye li ser vê siyasetê berdewam be, çemê Feratê dê bi temamî ziwa bibe.

Pustên heman beş