Rwangeha Sûrî: Çekdarên HSDê 6 sivîl du ji wan jin kuştin

hsd-qsd-rojava-sivil

Rwangeha Sûr ya mafên mirovan aşkere kir, di meha sibatê de, çekdarên Hêzên Sûryaya Demokratîk 6 sivîl li herêmên jêr kontrola xwe kuştine, du ji wan jinin.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja yekşemî 5/3/2023 amarên meha sibatê li herêmên Rêveberîya Xweser aşkere kirin û li gorî wê, 6 sivîl di meha rabûrî de li ser destê çekdarên Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê hatine kuştin, du ji wan jinin.

Rwangeha Sûrî her wiha got: Bi tevahî di meha sibatê de 35 welatî li herêmên jêr destê HSDê û Rêveberîya Xweser hatine kuştin.

Pustên heman beş