Midûrê Polîsan ji ber dizîyê hat binçavkirin

Midûrê Polîsan ji ber dizîyê hat binçavkirin

Piştî erdhejên ku navenda li Mereşê pêk hatin, Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Tekîrdagê li Îslahîye ya navçeya Dilokê (Entabê) polîs wezîfedar kirin.

Hat zanîn ku Midûrê polîsê pola 4emîn Yadigar Işik, malzemeyên ku wek alîkarî ji mexdûrên erdhejê re hatibûn şandin li otobûsa fermî bar kirine û anîne mala xwe ya li Tekîrdagê.

Li ser vê yekê, rewşa Yadigar Işik ji midûran re hat ragihandin.

Li ser îxbaran, Midûriyeta Emniyeta Parêzgehê li kamerayên nêzî mala Işik temaşe kir û eşkere bû ku polis Yadigar Işik malzemeyên mexdûran birine mala xwe û dizî kiriye. Ji ber vê sedemê polis Yadigar Işik hat desteserkirin.

Pustên heman beş