Agahiyên ku ji bo me tên piştrast dike ku hêzên PKKê yên leşkeri HPGe amadekariya êrîşa li ser çeperên Pêşmerge yên li herêma Behdînan dike.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku HPGe ji bo êrîşî Pêşmergeyan bike, îstîxbarat kom dike û keşfa dike.
Li ser vê plangêrîyê, çapemeniya PKKê ji bo rewakirina vê êrîşa muhtemel dest bi propagandaya xwe kir.
Vîdeoya ANFê ya balkêş
Herî dawî di dîmenekê ku di ANFê de hat weşandin de, lûtkeyên li derdora bajarê Amadiyê yên di destê Pêşmerge de ne, yek bi yek tên nîşandan. Di vîdeoyê de şîroveyên wekî “Ala Kurdistanê li vir daleqandî ye, lê em dizanin ku leşkerên Tirk li wir de hene, hebûna Pêşmerge cihê şikêye” tên kirin.
Kesên ku ev vîdeo kişandine endamên HPGê BIMê ne. Hemî agahdariya di vîdyoyê de xelet û derewin. HPGê bi vê vîdeoya ku avahîyên Pêşmerge têde hatine wênekirin têgehekî ku “leşkerên Tirkan têdene” çêbike. Eger di pêşerojê de PKKê êrişî van deveran kir, dê bibêje “Me leşkerên Tirk di wan sengeran de dîtin, me êrişî wan kir, çima Pêşmerge ligel leşkerên Tirk li heman cihan dimînin”.
PKKê beriya niha jî li vê herêmê 5 Pêşmerge şehîd kiribûn
Navçeyên ku di vîdyoya PKKê belav kiriye de bi sernavê “PDKe piştgirî dide artêşa Tirkiyê ku li Metîna asê mane” hatine nîşandan, ew devere ku berî niha PKKê êrişî Pêşmerge kiribû. PKKê di sala 2020ê de li vê devera Berêsîlê û derdora wê 7 Pêşmerge şehîd kirin û bi dehan Pêşmerge jî birîndar bûn. Tevî vê yekê jî, Hêzên Pêşmerge di sala 2020ê de karîbû van deverên sitratejîk ji pevçûnên Hêzên PKKê û ên Tirkiyê dûr bigire. Ji bo artêşa Tirk van lûtkeyên Metînî dagîr neke li wir cîh bû.
Lê belê ji ber astengiyên PKKê Girê Hekkarî û FM nehatin girtin. Gelê deverê li ser vê mijarê bi HPGê re jî danûstandin kir û xwest van giran radestî Pêşmergeyan bikin ku Tirk lê cîbicî nebin. Lê PKKê ev pêşnîyara niştecîhên deverê red kir û got “Em vê yekê weke sedemê şer dibînin”. Lê mixabin weke hemû deverê din PKKê di tabaxa 2022 di nava çend demjimêran de ev lûtkeyên Metînî radestî artêşa Tirk kirin.
Herêma ku di vîdyoya ku medyaya PKKê belav kirî de dîyar, çiyayekî bi hewayî 2 km dûrî navenda bajarê Amêdîyê ye. Piştî êrişên DAIŞê yên li ser Herêma Kurdistanê rûdan, Hêzên Pêşmerge yên van çeperan derbasî deşta Nîneva bûn û PKKê xwe li van deveran cîh kir.
Gelo ma Pêşmerge rêgirî li PKKê kirîye ku ew leşkerên Tirk ji deverê dernexe?
Ew lûtkeyên ku PKKe behsa wê dike, 2 km dûrî Amêdîyê ne. ew lûtke li ser rêya di navbera Duhok,Amedî,Dêrlok û Şêladizê serwer e. ew pesar û gir rasterast li hemberî nizarê çiyayê Garê ye. Girê Hekkarî herêmeke ku li ser tevahiya geliyê Zapê serdest e, ku ji sala 1992 an û vir ve PKKe di vê lûtkeyê da çavdêr û doşka cîbecî kirine. Çawa çêdibe ku mawê çend xûlekan de radestî artêşa Tirk dikin. HPGê her wê şevê de hêza xwe ya leşkerî ji vir kişand û derbasî Girê Baharê yê li pişt Guherzê û Berçî bû.
Di vîdyoya ku ji aliyê PKKê ve hatiye belavkirin de, tê gotin, ku girên di deste Pêşmerge de, rê li ber êrişa me bo ser artêşa Tirk digire. Ev îdeaya pêkenok ma di be ku rast e?
Naa, binkeyên Pêşmerge ne astenge. wek her girekî, li Girê Hekkarî jî çar rûber hene, tenê Pêşmerge berojê Metînî ne. Her sê alîyên lûtkeya Girê Hekkarî vala ne.
PKK li tu derê li dijî artêşa Tirk çalakî yan nake
Her wiha mişarek din jî ew e ku artêşa Tirk ne tenê Girê Hekkarî de heye. Tevahiya xeta sînor a ji Heftanîn heta herêma Bradostê bi dirêjahiya 200 km di destê artêşa Tirk de ye. Ji aliyê kûrayî erdnîgarî ve jî 45 km li hundirê Başûrê Kurdistanê de hatîye. Yanî gotina PKKê ku dibêje “ji bo parastina Kurdistanê em dixwazîn êrişî vî girî bikin, lê Pêşmerge rê nade” gotinek mezina heye”kesê destê xweşmêran negirtîye” ger PKKe dixwaze li dijî artêşa Tirk şer bike ha bo te navnîşan; hemû Bakurê Kurdistanê, Çelê, Qilaban, Şemzîna, Elkî, Şirnex û hwd.
Her wiha li Başûrê Kurdistanê girên ku we radestî artêşa Tirk kirî weke Xamtûr,Şeşdara, Zinarê Kêste, Serê Sînya (Şikefta Birîndara), Werexel, Serê Darê, Mamreşo, Govendê, Botya (Tepê Xwedê), Evdal Kovî, Şekîf, Lêlkan û bi dehan giren din dê fermo.
Ma rast e ku Pêşmerge rê bo Tirkan çêkirî ye?
Di vîdeoya ku ji alîyê PKKê ve hatiye belavkirin de hat îdiakirin ku “Pêşmerge ji meha Tebaxê û vir ve rê ji bo leşkere Tirk çêdike” PKKê havînê bihûrî ev îdîa dubare dikir û ji bo xwe weke mijareke propagandayê bi kar anî. Lê ev îdiaya PKKê bi tevahî derew e. Ji aliyê Amêdîyê ve çi rê sernakevin Girê Hekkarî. Çi rêkên bo artêşa Tirk diçin di bin kontrola Pêşmerge de nîne. dewleta Tirk ji bo Girê Hekkarî rê ji gûndê Deştanê (Ûzûmlû) anî ye. di nizarê Metînî ku ew dever va 35 sala di bin kontrola PKKê da ye. Em jî, ji PKKê pirs dikîn çawa çêdibe ku Tirk deverên bin kontrola te rêkê heya Girê Hekkarî tîne? Em dizanîn bi rêdana we ev rê têne çêkirin û hûn bacê ji wan miqawilên rêkê çêdikin distînin. Dê dema pêş me de ji bo we vê mijarê jî emê nav bi nav eşkere bikîn.
Tişta balkêş jî ew e ku ew rêka PKKe qal dike ewe ya ku PKKê bi xwe çêkirî. PKKê ew rêka berê ji Amêdîyê diçû devera Nihêlîyan bo gundê Kurkû,Binavî sala 2011 û 2012 sererastkir ku bi wesayîtan derbasî gelîyê Zapê bibin. PKKê salên 2009 heya 2017 hemû noqteyên xwe cadde çêkiri bû ku wesayîtan hatinûçûn bikin. Di wan salan de PKKe bibo mobîl, kes bi paye yî hatinûçûn nedikir.
Weke encam
PKKe di sala 2020 an de ji ber nerazîbûna gel neçar ma êrîşên xwe yên li dijî Pêşmerge rawestîne. Bê guman Sedemên vê yên siyasî jî hebûn. Sitratejiya PKKê ya sereke dijminatiya Herêma Kurdistanê ye, ev peyrew ku nayê guhertin. ji bo bernama leşkerî ya sala 2023 an de behsa êrîşa çekdarî li ser Pêşmerge tê kirin. PKKe û AKPe danûstandinên nepenî dikin, eger AKPe êrîşên xwe yên asmanî rawestîne wê PKKe vê heyamê de armanc dike ku êrişî hêzên Pêşmerge bike. Mijareke din jî têkbirina pêvajoyên çareseriyê ye ku di navbera Hewlêr, Bexda û serokên Rûhanîyên Êzidîyan de ji bo çareserîya herêma Şengalê.
Ger em li argumanên ku PKKe di propagandayê de bi kar tîne binêrin, dîyar dibe ku sala 2023an de PKKe dê hem warê leşkerî û hem jî yê siyasî de fitne û fesadî yan li dijî Herêma Kurdistanê tevger bike.