Divê çi ji Kiliçdaroglu bê xwestin?

Divê çi ji Kiliçdaroglu bê xwestin?

Piştî ku Seroka IYI Partîyê Meral Akşener dev ji maseya 6 qolî berda û dîsa lê vegerîya, Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ji alî maseya 6 qolî ve wek namzetê serokkomarîyê hat destnîşankirin û qeyrana li ser serokkomarîyê bi dawî bû.  Meral Akşener bi terkkirina maseya 6 qolî xwe û partîya xwe xistibû xeterê û îhtîmala ku di hilbijartinê de partîya wê di binê barajê re bimîne û nekeve parlamentoyê hebû. Evê yekê û hinek sedemên din hişt ku Meral Akşener tifa xwe balê se û dîsa vegere maseya 6 qolî. Ji xwe di merasîma pêşkêşkirina namzetê serokkomarîyê ji wêneyê wê xuyabû ku gelek tişt ne bi dilê wê ne û rûyê wê tirş û şermoke bû. 

Piştî ku Kiliçdaroglu wek namzetê serokkomarîyê hat destnîşankirin, îcar wê pêvajoya hevdîtinên bi partîyên din re bê destpêkirin û ji wan partîyan a herî girîng jî bêguman HDP ye. Her çiqasî gelek ji rêvebir û serkêşên HDP ne Kurd bin û siyasetek Tirkayetî û Tirkîyebûnê dikin jî, sedî not ê bingeha wê Kurd e û bi deng û rayên Kurdan di parlamentoyê de ye. Ji ber vê, HDP wek partîyek Kurd tê qebûlkirin yan didin qebûlkirin û qedera hilbijartinan jî di destê wê û deng û rayên Kurdan de ye.  Tê payîn ku namzetê serokkomarîyê Kemal Kiliçdaroglu û erkanên xwe serdana HDP bikin û li ser hilbijartina serokkomar bipeyivin. Ji xwe her du Hevserokên HDP Mîthat Sancar û Pervin Buldan banga serdanê li Kiliçdaroglu kiribûn û hevserokê kevin Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîxanê heman bang kiribû. 

Li gor tê gotin, hinek ji erkan û rêvebirên CHP gotine ku di serdan û hevdîtina bi HDP re ewê tu bazaran nekin û tenê li ser vekirina rêyên siyaseta demokratîk baxivin. Ji xwe Hevserokê HDP Mîthat Sancar jî gotibû ku armanca wan ne daxwazên mezin in, ew dixwazin li ser demokrasî û demokratîzekirina Tirkiyê baxivin. Hevseroka HDP Pervin Buldan jî di axavtina xwe de anî zimên ku ewê li gor nîqaş û encama nîqaşan namzetê xwe yê serokkomarîyê destnîşan bikin.  LI vir heger Kiliçdaroglu û HDP li ser xalên hevbeş li hev bikin, wê HDP namzetê serokkomarîyê dernexe û piştgirîya Kiliçdaroglu û maseya 6 qolî bike. Ev tê wateya ku di hilbijartina yekem de mesela serokkomarîyê safî bibe û îhtîmalek mezin Kiliçdaroglu bibe serokkomarê 13emîn ê Tirkiyê. Na heke li hev nekin, wê HDP serbixwe namzetê xwe derêxe û wê serokkomar di hilbijartina duyem de eşkere bibe. Ev yek jî ji maseya 6 qolî û Kiliçdaroglu re xeter e û wê rê ji serketina AKP û Erdogan re veke.        

HDP û rêvebirên wê ji roja roj de tu tiştekî berbiçav ji Kurdan re nexwestiye û naxwazin. Siyaset û armanca wê tenê ev e ku Kurdan bi Tirkiyê ve pîne bikin û wan ji hestên netewî, ji daxwazên netewî dûr bixin. Ji roja ku ketine parlamentoyê û heta îro, daxwazname yan pêşniyazek bi tenê jî ji bo fermîyeta zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî nedane meclîsê. Ji bo her karî komisyon çêkirine lê ji bo zimanê Kurdî çênekirine. Sedema herî mezin ya asîmîlasyonê û asîmîlekirina Kurdan yek jê ev e. Tirkî ye, Tirkîyeyîbûn e, siyaseta bi Tirkî û berjewendîyên dewleta Tirk e. Yanî, HDP heta îro bi wêrekî ji Kurdan re tiştek nexwestiye. Her carê di bin siyaseta demokrasî û demokratîzekirina Tirkiyê de daxwazên Kurdan bincil kiriye û îro jî dike. 

Wek me li jor jî got, serê ben di destê HDP û deng û rayên Kurdan de ye. Çi Tifaqa Erdogan be, çi Tifaqa Kiliçdaroglu be, herdu alî jî muhtacî deng û rayên Kurdan e. Ango, muhtacî HDP ne. Divê endam û alîgirên HDP, kedkar û fedakarên HDP êdî bêdeng nemînin û bi wêrekî dozê li HDP û rêvebirên wê bikin ku di hevdîtin û mizakereyan de bi wêrekî daxwazan bikin, bi wêrekî gavan bavêjiin û ji bo Kurdan hinek xwestekan bidestxin. Bi kêmasî û ya herî girîng, fermîyetî û perwerdeya bi zimanê Kurdî divê yek ji wan daxwazên sereke û bingehîn be.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş