Îsraîl baregehên artêşa Sûriyê li parêzgehên Hema û Tertûsê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek leşker û çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, artêşa Îsraîlê îro danê sibê bi mûşekan êrîşî hin xalan li parêzgehên Hema û Tertûsê kirin, sîstema berevaniya asmanî jî karî rûbirûyî hejmarek mûşekan bibe.
SANAyê belav kiriye, di encama vê êrîşê de, 3 leşker birîndar bûn û hin ziyanên madî çêbûn.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê komgehên mîlîşyayên Îranî li rojavayê bajarê Misyafê bombebaran kirin û di encamê de efserekî artêşa Sûriyê û 2 kesên nenas hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên Rewangehê, ev cih beriya 7 mehan, roja 25ê Tebaxa 2022an hatibû bombebaran.
Ji sala 2011an ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.