Cendirmeyan Xortek bi îşkencê û lêdanê li sînorî kuştin

turkey-candirma-cendirme-syria-idlib-hala-hasaka

Cendirmeyên Tirk bi îşkenceyê û lêdanê xortekî Sûrî li ser sînor kuştin û yekê din jî bi giranî birîndar bûye ku dest û lingên wî şikandine.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir ku cendirmeyên Tirk li nêzî Bab El Hewa yê li sînorê Tirkiyê û parêzgehîya Idilbê ya, li komeke xortên Sûrî xistin, di encama vê lêdanê de ku cendirmeyan alavên tûj û çek tê de bi karanîne, xortekî Sûrî jiyana xwe ji dest da û yekê din bi giranî birîndar bûye.

Her wiha destnîşan kir, kesên ku di vê êrîşa hovane a cendirmeyan de birîndar ketî, dest û lingên wan hatine şkandin û rewşa wan xerabe.

Bi vê yekê hejmara sivîlên ku ji destpêka sala 2023an ve li deverên cuda yên Sûryê yên li nêzîkî sînorê Tirkiyê û li ser sînorê Tirkiyê ji aliyê hêzên “Cendirme”yên pasewanên Tirkiyê ve hatin kuştin, gihişte 9 kesan, 5 li bejahya Hesekê, 2 li gundewarê Idilbê û 2 jî li gundewarê bakurê Helebê.

Pustên heman beş