Pirsa bingehîn di 19. Mîn salvegera Komkujiya Qamişlo de: “Gelo ya li Rojava pêkhatî şoreş bû yan jî dewrteslîm”?

Pirsa bingehîn di 19. Mîn salvegera Komkujiya Qamişlo de:"Gelo ya li Rojava pêkhatî şoreş bû yan jî dewrteslîm”?

Di ser komkujiya 12’ê Adara 2004’an de ya li Qamişloyê 19 sal derbas bûn. Vê Komkujiyê ji bo Kurdan encamên girîng derxist holê. Li Rojava piştî gelek salan cara yekemîn kurdan serhildanek bi vî şêwazî dît. Rexmê kêmiya nifûsa Rojava jî, lê bedelên giran hatin dayîn. Zêdeyî 40 Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan birîndar bûn, Ji hezarî zêdetir kargehên kurdan hatin talankirin, û bi hezaran kurd hatin zîndanî kirin. 11 xwendekarên li zanîngehan dixwandin bi temamî û 48 ji wan bo awayekî demkî ji dibistanê hatin avêtin û dûrxistin.

Îca piştî wê qetlîamê heya îro çi hatiye guhertin? Sedemên pişt bûyerên Qamişlo çi bûn?

Komkujiya Qamişlo beşek ji planên herêmî bû

Komkujiya Qamişlo ne bûyerek sivik bû. Dewleta Sûrîyê; “Pêvajoya pêşketinên li Rojhilata navîn mudaxile ya lraqê û hesabkirina bandora wê ya li ser Sûrîyê” xwest bizane. Pêşbînî kirin ku bi geşedanên li Başûrê Kurdistanê yên sala 2003 ê rê li pêşîya Kurdên Rojava jî vebike.

Provokasyona Qamişloyê rewşeke ku rejîma Sûriyeyê ji bo pîvandina rewşa Kurdên Rojava plan kiribû. Wekê din jî provayek bû ku Erebên Sunî û Kurd li hember hev bixin. Lê Plana pevçûna her du gelan pêk nehat. Hin çavkaniyan digot ku Serok Mesûd Barzanî wê demê bi rêka hindek rêveberên ser rêbaza PDK ê bibandor re pêwendî çêkirin. Hişyarî da wan û got: “Nehên provokasyonan, bi Ereban re nekevin nava pevçûnê, rêjîma Sûrîyê ev êrîşa li ser we organîze kirîye. Nekevin xefka dewletê”. Bi vê planê dewletê potansiyela hêza kurdan baş fêhm kir.

Zêdetirî 400 hezar kes ji bo definkirina kesên ku di wê bûyerê de şehîd bûyî kom bûn û dirûşmeyên “Bijî Azadî, Bijî Kurdistan, Zindaniyên Siyasî bila werin azadkirin”, wêneyên serokê gelê kurd nemir Mela Mistefa Barzanî û alên Kurdistanê hatin berz kirin. rejîma Sûrîyê; Rewşa civakî û siyasî ya gelê Rojava pîva û dixwest bizanibe ka Kurdan rûyê xwe zivirandîye kî ve. Piraniya Kurdên Rojava ji aliyê dîrokî û civakî ve amade bûn ku berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û tevgera Barzanî. Rejîma Sûrîyê destebira yên xwe yên berê ango PKK, dîsa anî ser sehna sîyaseta Rojava.

Paşeroja têkiliyên PKK ê û Sûriyê

Eger em bixwazin encamên Komkujiya Qamişlo binirxînin, divê em li têkiliya dewleta Sûriyeyê û PKK’ê yên ji salên 1980 î û vir binêrin. Hema di sala 1986’an de birayê Hafiz Esed anku Cemîl Esad di hevdîtina bi rêveberê PKK’ê Cemîl Bayik re wiha gotibû: “Li Sûriyê kurd berê xwe didin hinek pêkhateyên rêxistina Îxwan Muslimîn. Hûn wek PKK nehêlin kurdên Sûriyê tevlî wan rêxistinan bibin berê wan bidin bakûr, em jî dê derfetên xebatê bo ew vekîn.” Ji wê hevdîtinê şûnda deriyên xebatê ji bo PKK’ê li Rojava û Sûriyeyê heta dawî hate vekirin.

Xebatên PKK ê yên ku di salên 1980’yî de dest pê kir, tu carî dewleta Sûriyeyê hedef negirt. Berovajî vê yekê Kurdên Rojava ji dagirkeriya dewleta Sûriyê re ji potansîyelek dijminî derxistin. PKK’ê hêdî hêdî fikra ku “Rojava ne parçeyek Kurdistanê ye” belav dikir. PKK ê ji tevlîbûnên xwe yên Rojavayî re digot “Herîn Welat” ango weke WELAT Başûr û Bakur dihat destnîşan kirin. Nasnameya Kurdistanî ya Rojava ji holê radikir. Her wiha Ocalan ji di her axiftina xwe de digot, ” we ji Bakurê Kurdistanê koç kirîye, hûn bakûrî ne”, Tevî vê yekê jî, dewleta Sûriyê ji ber ku piştî sala 2000’î pêwendiya xwe bi Tirkiyê re pêş xist, hin astengî bû xebata PKK’ê li Sûriyê çêkirin. Hin xebatkarên PKK’ê yên Bakurî radestî Tirkiyeyê dikirin û hinek ji wan jî girtin.

Dewleta Sûriyê dîsa PKK erkdarkir

Piştî bûyera Qamişlo, dewleta Sûriyê peywendiyên xwe yên bi PKK’ê re di ber çavan re derbas kir. PKK dê ji bo rejima Sûrîyê rola pasewanî bidomîne. Îran ê pêşengiya vê planê kir. Di hevdîtina bi Cemîl Bayik re di sala 2004 an de grûpeke girêdayî îstixbarata Îranê jî li ser têkiliyên Sûriye-PKK û rewşa Rojava ajandeyek hevpar çêkir. Li gorî vê yekê, navên pir deşîfrekirî ji Rojava bên derxistin, Pêkhateya PKK ê ya Rojava û saziyên wê dê navê Kurdistanê nexebitîne û rejîma Esad neke armanç. Ango PKK û rejim vegerîyan ser eyarên xwe yên kevin. Heya niha jî ev hevgirî berdewam dike. 

Di havîna 2004 an de, PKK ê serokê wê demê yê PYD ê Barzan Mihammed kêşa Qendîl ê. Piştre dest bi revîzekirina PYD û rêxistinên girêdayî wê kir. Ger hûn bala xwe bidinê, di nav rêxistinên ku ji wê demê û vir ve hatine avakirin de yanî jinan Kongre Star, Rêxistina Ciwanên Şoreşger û Rêxistina Civakî TEWDEM ê de navên bi Kurdî nînin. Jixwe navê Rojava jî weke bakûrê rojavayê Sûrîyê hate guhertin. Her wiha erka van saziyên PKK’ê ne têkoşîna li dijî rejîma Esad û dagirkerîya sûrîyê ye. Berovajî, têkoşîna wan li dijî pêkhateyên Kurd e.

Li vir em dikarin pirseke din a girîng bikin: Ger îslama radîkal El Nûsra û DAIŞ nebûna, wê PKK’ê Rojava li dijî kê şer bikira? Li dijî rejîma Esed? Naa. Ji ber ku armanca siyaseta PKK’ê li Rojava ne hilweşandin û têkbirina rejîma Esad a dagirker e. rêxistinekî navê Kurdistanê bikar neyine wê çawa dikare ji bo mafên kurdan têbikoşe?

 Ji sala 2012 an  û vir ve li Rojava têkiliyên PYD û PKK’ê li ser xeta Îranê dimeşe. Piştre pêvajoya Sûriyeyê dest pê kir.

Loma Ji ev serdem ji bo  Kurdan pir krîtîk e.

Rast fêmkirina pêvajoya Rojava

Pirsa “Li Rojava şoreş çêbû ye an jî dewrteslîm” ji bo kesên ku pêvajoyê dişopînin û serborê bûyerê dizanin, zelal e. Lê hîna jî girseyek mezin heye ku bûyera li Rojava bi hestyarî dinerin û di bin bandora propaganda û romantîzmê de ne. Bi rastî jî gelek rewşenbîrên kurd neşên paşeroja pêvajoya Rojava bibînin û li bendê ne ku “ji vê pêvajoyê ji bo kurdan tiştek çêbibe”. Lêbelê, rastî pir cûda ye.

Daxwazên gelê Rojava ji aliyê PKK’ê ve tên berûvajîkrin. PKK Rojava weke xaka Kurdistanê pêwîste ku were rizgarkirin nabîne. Rojava ji bo domandina berjewendîyê partîya xwe dibine.  Loma jî ew naxwaze vê Rojava bi kesî re parve bike. Ji ber vê sedemê pêşî li yekitiya Kurdan digire û li dijî hemû pêkhateyên Kurd ên dilsozên xak û welatin, şerekî dimeşîne. Ji ber vê yekê Rojava bûye qûrbanê vê sîyaseta PKK’ê.

Heta ku PKK xwe ji peymana bi Îran û Sûriyê re kirî û hêjî didome, rizgar neke, li Rojava tu pêşketin nayê hêvîkirin.

Serhildana 2004 an ruhê yekitîya Kurdan temsîl dike

Serhiladan 2004 ya Qamişlo bi diruşm û sembolên xwe ve ruhekî resen ê Kurdistanî bû. Hêza yekitiya Kurdan li wir hebû. Lê PKK’ê li dijî vî ruha Kurdewarî û hevgirtî şer îlan kir. Li dijî partiyên beşdarî serhildanê bûne şer îlan kir, li dijî kesayetên wekî Mîşêl Temo şer îlan kir û li dijî Ala rengîn şer îlan kir. PKK’ê ruhê gelê Kurd ku bi lehengî li dijî rejîma Esad derketi bû, desteser kir. Niha jî ew nehêle ev ruhê netewî vegere. Di nava Kurdistanê de kurdan weke kênetew destdigre. Kurte çîroka polîtîkayên PKK’ê ya li Rojava ev e: “Kurdayetî çiqas zêde bibe, PKK jî ewqas kêm dibe. Kurdayetî çiqas kêm bibe, PKK ê ewqas zêde dibe.”

Pustên heman beş