Histeriya PKK ê ya Şengalê: Qarasû projeyên girêdana Şengalê bi Iraqê ve dubare kir

Ji bo Êzidiyan geşedaneke girîng bû ku meclîsa federal a Elmanyayê sûçên ku Daîş ê li dijî Kurdên Êzidî pêk anîn wekî jenosîd nas kir. Her çend beriya niha hin welatan di vî warî de gav avêtibûn jî, lê helwesta siyasî ya Elmanyayê rewş ber bi asteke gelek bilindtir ve biriye. Di wateyekê de helwesta Elmanya dibe rewşek ku helwesta yekîtîya Ewropa jî diyar dike. Helbet vê biryarê gelek derdor hejand. Di nava wan doranên keftî nava bizavêde hem dost û hem jî dijminên Êzidiyan hebûn. Yek jî dijminên weke dostan dixuye jî hebûn. Yek ji wan jî PKK bû.

Piştî ku meseleya Şengal û Êzidiyan bû mijarekî navneteweyî, PKK’e jî kete nava xeyalên “ka wê para min çi be” de. Li aliyê din ji bo têkbirina rêkeftina Şengalê ya di navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê de ku di 10 ê Cotmeha 2020 an de hatibû îmzekirin, dest bi çalakî û hewlan kir. Sîxûrên sexte îcad kirin û hewl da civaka Êzidî li hember hev derkeve. Dema ku PKK’e nekarî Mîrê Êzidîya weke ku dixwest bikar bîne, dest bi bêrêzkirina mîrî kirin. Derbarê cenabê Mîrî de bi dehan nûçeyên derew, bername û daxuyanî belavkirin.

Siyaseta PKK’ê ya Şengalê: Êzidiyan ji Kurdistanê qûtbike û Kurdistanê bê Êzidî bihêle

Helwesta PKK’ê ya Şengalê ne pêşbaziyek normal a siyasî ye û ne jî xwesteyeke ku ji xwe re cih çêbike. Helwesta PKK’ê bi tevahî nîşaneya nexweşiyeke xerab, ango Xiyanetê ye.

PKK ji sala 2014 an û vir ve vê helwesta wêrankar didomîne. Herî dawî jî rêveberê PKK’ê Mistafa Qarasû ev îxaneta PKK’ê berdewam kir û got: “Bila Êzidî xwe birêxistin bikin. Bila di hundirê Iraqê de xweparastina cewherî bikin. Dibe ku têkiliyên wê bi Başûrê Kurdistanê re jî hebin.” Qarasû wiha lutfkirî ye. Wî êzîdî firotine Iraqê, weke xêraxe destur daye ku ew bi Başûrê Kurdistanê re jî, têkildar bin.

 Aha îxanet ev e. Êzidiyan ji Kurdistanê veqetîne û Kurdistanê jî bê Êzidî bihêle. PKK ya ku xwediyê vê xiyanetê ye, niha jî hewl dide xwe wek xwedî û nûnerê Êzidiyan nîşan dide. Lê belê rastî ev e; Armanca polîtîkaya PKK’ê ya Şengalê tenê yek e: “Bi firotina Şengalê qezencê bo partîya xwe bi dest bixe û ji xwe re cih veke”.

Şengal ji bo PKK’ê “mirîşka ku hêka zêrîn dike” ye

Şengalê ji bo PKK’ê bûye navenda îstîsmarê. Ji sala 2014 an û vir ve PKK , aliyekê ve ji Iraqê û aliyê din ve jî ji Îranê li ser Şengalê çek, pere û tawîzan distîne. Pere, çek û hwd dahatîyên ku bi rêya Heşda Şaabî dane YBŞ’ê hemû diçin bo navenda PKK’ê. PKK rêjeyek kêm yê vî dahatî li Şengalê xerc dike û yên mayî jî hemû yê bo desthilata xwe li Rojava xerc dike.

Dîplomatên PKK’ê bi dosyayên wan yên dest de serdana rewşenbîr, nivîskar, parlamenter û saziyên alîkariyê yên li Ewropayê dikin, parseka hestan dikin û li dijî herêma Kurdistanê fikrên dijber belav dikin.

PKK bi rêya Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê bazirganî dike. Bazirganiya narkotîkê li ser vê xetê derbasî Rojava dike. Hin medyayên Erebî îdîa dikin ku PKK’e li Sinûnê esrarê diçîne. Her wiha PKK li Sûriye û Iraqê qaçaxçîtiya çekan dike. Nefta Rojava bi rêya Şengalê bi qaçaxî tê firotin.

PKK gerîlayên xwe yên birîndar û westiyayî yên ku êdî nikarin li qadên şer bimînin, li Şengalê di bin navê xebata siyasî-saziyên gel de dixebitîne. ciwanên Şengalê weke şervan tevlî xwe dike û wan vediguhêze deverên din.

Ger rêkeftina Şengalê cibecî bibe, hêzên nefermî li Şengalê derkevin û Şengal bigehe nasnama xwe ya resen wê ev serwerîya PKK’ê li wir dawî bibe. Dê ew “mirîşka hêkên zêrî dike” ji dest wê bifire. PKK wê êdî nikaribe Şengalê îstismar bike. Tevahiya mesela PKK’ê  ev e.

PKK li Şengalê xwe li bin demanên dayîkan diveşêre

Mistafa Qarasûyê ku di jiyana xwe de hînî du peyvan Kurdî nebûye, eger du dayikên êzdî bibine nikare li gel wan çend gotinan bike, îca şîretan Kurdên resen dike.  Qarasû kesekî bêrawişt û dilsozê kemalîzmê çawa dibe ku derbarê nasname û pêşeroja axa pîroz Şengalê de dikare biaxive. Hewl dide wargeha resen a gelê Kurd ango Şengalê bi Iraqê ve girêbide.

PKK ji sala 2014 an û vir ve li Şengalê di bin demanên çend dayikên Êzidî de xwe vedişêre. Di bin sîbera wan de cihekî jiyanê ji xwe re çêdike. Ger PKK ji Şengalê derkeve, Şengal aram bibe, Îran dê ew îmtiyazên ku daye PKK’ê paşde jêbigire. Daxuyaniya Qarasû ya ku dibêje “Divê Şengal bi Iraqê ve bê girêdan ” bi rastî jî ji bo hikûmeta Iraqê ya nû peyamek e. Tê Wateya “hûn Şengalê ji Kurdistanê re nehêlin, em ê piştgiriyê bidin we”. Em dizanin ku niha hinek dîplomatên PKK ê bi hevdîtinên bi derdorên Şîe û heta bi hinek derdorên Sunnî yên li Bexda û Silêmaniyê re hewl didin “soza xwe ya Şengalê ji herêma Kurdistanê veqetîne” nû bikin.

Bi destê PKK’ê ve xwîna Şengalî yan heye

Mistafa Qarasû, bê şerm û bê exlaqî dibêje, “PDK îstîxbaratê dide tirkan” bo êrîşên Şengalê. Lê sedema hemû mirinan û alozîyan ew mejyê genî yê qarasû û partîya wî ne. PKK’ê çend ciwan û malbat li Şengalê bû xwe weke mertalê zindî bi kar tîne. Rastiya bûyera Şengalê ya sala 2014 an ti eleqeya xwe bi çîrokên ku PKK’ê vehandî re nîne.

Ji sala 2014 an ve PKK’ê li pişta Êzidiyan siwar bûne û dibêje “Me Êzidî rizgar kirin”. hema em we qebûl bikin ku te çend Êzidî rizgar kirin. Lê hejmara wan Êzîdîyên te dayîn kuştin ji wan ên te rizgarkirî pir û pir zêdetir in. PKK li ser pişta çend Êzidî yên travma derbaskirî siwar bûye û bênavber dibêje “me ew rizgar kirin”

Ma qey Mîrê Êzidîyan ne Êzidî ye?

Mistafa Qarasû ji berxwe ve dipirse, “Dibe ku di navbera PDK û hikûmeta navendî de rêkeftinek wiha çêbibe? Lê nêrîna Êzidiyan nehatiye girtin?”

Mîrê Êzidîyan ragihand ku ew rêkeftina Şengalê weke “rizgarbûna Êzidiyên Şengalê” dibînin û wê peymanê dipejirîne. Meclisa rûhanî ya Êzidiyan got, “rêkeftina Şengalê yekane rêya dermankirina birînên me ye” û rêkeftin pejirand. Sê parlamenterên Şengalê hene, ji aliyê gelê Şengalê ve bi dengên xwe hatine hilbijartin û erkdar kirin. wan her sê parlemana jî Peyman pejirand. Dibe ku Qarasû Mîrê êzîdîyan jî weke êzidî nabîne, loma ji dipirse bo çi raya Êzidiyan nehatiye girtin.

PKK perda dawî ya şano ya xwe ya derew li Şengalê dileyîze. Dibêje ez nûner û semyanê Êzidiya me. Ev ne rast e. Ya rast ev e; Astengiya li pêşiya aştî û ewlehiya Şengalê; Sedema berdewamiya mirin û kaosê tenê PKK ye. gava PKK çû wê hemû kêşe û girft jî bi PKK’ê re herin.

Pustên heman beş