Kiliçdaroglu wê roja şemîyê serdana HDPê bike

Kiliçdaroglu wê roja şemîyê serdana HDPê bike

Partîya Gel ya Demokratîk (HDP) îro roja çarşemê ragihand ku berbijarê Hevpeymanîya Millet Kemal Kiliçdaroglu wê roja şemîyê 18.03.2023an serdana wê bike.

HDP ragihand ku Kiliçdaroglu wê di demjimêr 1ê nîvro ya di 18ê Adarê de serdana navenda wê ya giştî bike û ji hêla hevserokên wê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar were pêşwazî kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Kiliçdaroglu berbijarê Hevpeymanîya Netew e ku ji CHP, IYI Partîyê, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Saadet, Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî pêk tên.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hin partîyên çep re di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de ye, lê hîn zelal nebûye ku ewê berbijarekî destnîşan bikin an na.

Pustên heman beş