Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê ketina helîkopterekê de daxuyaniyek belav kir

puk-pkk-hsd-gara-dije-teror-darkamazi

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê zanyariyên zêdetir li ser ketina helîkopterekê şeva 15/16ê Adarê li parêzgeha Duhokê belav dike.

Dezgeha Dijeterora Kurdistanê ragihand, şeva borî 15.03.2023ê helîkopterek li nêzîkî gundê Bêrkiyat ê navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve ket xwarê û di encamê de hemû kesên tê de canê xwe ji dest dane ku ew jî ser bi PKKê ve ne.

Roja 17ê Adarê jî HSDê di daxuyaniyekê de ragihand ku du helîkoper ketine xwarê û 9 kesên ser bi HSDê de tê de hatine kuştin. Lê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê heta niha ketina helîkopterkê û canjidestdana 7 kesan piştreast dike.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ew helîkopter bêyî agahdarkirina saziyên fermî yên Herêmê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Silêmaniyê de firiyan.

Li gorî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, ew helîkopter li çend baregehên parêzgeha Silêmaniyê daketine û ber bi Rojavayê ve firiyane.

Amaje bi wê yekê jî kir, aliyek li Silêmaniyê bi awayekî nehênî û nefermî pêwendiyên HSD û PKKê hêsan kiriye û bi awayên cuda alîkariya wan kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hêzên Hevpeymanan û Hikûmeta Federal kir ku eşkere bikin ku ev helîkopter bi kîjan destûrê li ser xaka Herêma Kurdistanê difirin û kî berpirsê van kiryarên neyasayî ye.

Pustên heman beş