Kemal Kiliçdaroglu: Navnîşana çareseriya pirsa kurd parlamento ye 

Kemal Kiliçdaroglu: Navnîşana çareseriya pirsa kurd parlamento ye 

Serokê Giştî yê CHPê û Namzetê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu, li Parlamentoya Tirkiyê bi hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re civiya. Kiliçdaroglu got, di civînê de pirsgirêkên sereke gotûbêj kirine û ew bibiryar in hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.

Serdana paşxistî ya Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP), li gel Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî du rojan pêk hat.

Kemal Kiliçdaroglu li Parlamentoya Tirkiyeyê çû cihê fraksiyona HDPê û bi Hevserok Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re civiya. Kiliçdaroglu rexneyên tund li sîstemê qeyuman û biryarên dadgehan girtin û got, pirsa kurd ji di nav de, ew namzetê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ne.

Kiliçdaroglu diyar kir: “Pirsa kurd jî di nav de, navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Parlamentoya Tirkiyê ye. Hebûna Parlamentoyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e. Ji destpêka damezrandina wê ve, pirsgirêk li wê derê hatine çareserkirin.”

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî dan xuyakirin, ew parlamentoyê wek cihê çareseriya pirsa kurd û pirsgirêkên bingehîn dibînin û bi vê armancê li parlamentoyê pêşwaziya Kiliçdaroglu kirine.

Pervîn Buldan ragihand: “Armanca me ya pêşwazîkirina birêz Serokê Giştî yê CHPê li vê derê ev e ku, me xwest em amaje pê bikin cihê çareseriya pirsa Kurd parlamento ye. Em hêvî dikin, ev bibe boneyeke destpekirina çareseriyê. Me behsa proseya piştî hilbijartinê jî kir. Bendewariyên civakê bo hemû pirsgirêkan û pirsa Kurd ji me hene.”

Mîthat Sancar jî destnîşan kir:  “Em vê serdanê girîng dibînin û me gelek mijar gotûbêj kirin. Niha qeyraneke mezin li Tirkiyeyê heye. Li ser bingehên demokrasî, mafên mirovan, dad û azadî pêwîstî bi destpêkeke nû û bernameyeke nû heye. Navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Parlamento ye. Em ê naveroka hevdîtinê bi dezgehên xwe yên pêwendîdar û hevbeşên xwe yên hevpeymaniyê re gotûbêj bikin û di nava rojek-du rojan de, bo raya giştî bi awayeke berfireh eşkere bikin.”

Hevdîtina HDPê li gel namzetê Hevpeymaniya Milet û Serokê CHPê pir girîng tê dîtin, ji ber ku Kurd û dengderên HDPê di vê hilbijartinê diyarker in. HDP biya niha dabû xuyakirin, eger Kiliçdaroglu re rêkbikevin, ewê namzetê xwe bo serokomarî dernexin û yekser piştevaniya Kiliçdaroglu bikin.

Pustên heman beş