Li Sûriyê baregeheke Amerîkayê hat mûşekbarankirin

Li Sûriyê baregeheke Amerîkayê hat mûşekbarankirin

Îro danê sibê baregeheke Amerîkayê li Dêrezorê hat mûşekbarankirin, li gor hinek çavkaniyan, di nav serbaz û belênderên Amerîkî de birîndar hene.

Çend çavkaniyan ji ajansa RT ya Rûsyayê re ragihandine, vê sibê 25ê Adara 2023an, kêlgeha Konîko ya li rojavayê çemê Feratê li Dêrezorê, ku baregeha herî mezin a Amerîkî ya li Sûriyê ye, bi 15 mûşekan êrîş hatiye kirin.

Çavkanî diyar dikin, agir li kêlgeha Konîko ketiye û destnîşan kirine ku raporta piştrastnekirî ya derbarê birîndarbûna serbaz û belênderên Amerîkî de heye.

Herwiha bal kişandine ser wê yekê ku topbaran di navbera hêzên ser bi Îranê û hêzên Amerîkayê yên Sûriyê de heye.

Hat ragihandin ku baregeha Amerîkayê, kêlgeha gazê ya Konîko û kêlgeha petrolê ta El Umer li xwe digre, ku du du kêlgehên herî mezin ên gaz  û petrolê ne li Sûriyê.

Pustên heman beş