Neteweyên Yekgirtî Ukrayna û Rûsyayê bi kuştina dîlan tohmetbar dike

Neteweyên Yekgirtî

Neteweyên Yekgirtî di raportekê de eşkere kir, ew serbazên ku di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dîl hatine girtin, herdu welatan li derveyî çarçoveya dadgehan dîlên hev kuştine.

Roja Înê, Neteweyên Yekgirtî raportek belav kir û dibêje: “Di êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê de hêzên Ukrayna û Rûsyayê li derveyî çarçoveya dadgehê bi dehan dîlên hev kuştine.

Li aliyekî din, Seroka Çavdêriya Mafên Mirovan a Ukraynayê Matilda Bogner di raportê de ragihandiye, bi nîgeraniyeke mezin 25 dîlên Rûsyayê bi destê hêzên Ukraynayê hatin kuştin, herwiha 15 dîlên Ukraynayê jî bi destê hêzên Rûsyayê hatine kuştin.

Matilda Bogner dibêje: “Belgeyên Neteweyên Yekgirtî hene ku hinek caran, hêzên Ukraynayê dîlên Rûsyayê rasterast di meydana şer de kuştine.

Bogner eşkere kir ku hêzên Rûsî 15 dîlên Ukraynayê kuştine, ku grûpa çekdar a wagner a Rûsî tenê, 11 dîl kuştine.

Ji wê dema ku şer dest pê kiriye, Ukrayna û Rûsya hevdu tohmetbar dikin ku reftarên xirab ligel dîlan dikin.

Pustên heman beş