19 koçber di nav Derya Spî de canê xwe ji dest dan

derya-spi-kocber

Herî kêm 19 koçberên Efrîqî dema hewl didan di Derya Spî re derbas bibin, li nêzîkê peravên Tunisê canê xwe ji dest dan.

Roja Yekşemê 26ê Adara 2023an, Rêxistineke Mafên Mirovn ya Tunisê ragihand ku belemeke koçberan dema hewl dida xwe bighîne Îtalyayê li nêzîkê peravên Tunisê binav bûye û di encam de herî kêm 19 koçberan canê xwe ji dest dane.

Tîmên ser bi zêrevanên peravên Tunisê pênc kes li nêzîkê peravên bajarê Mehdiye yê rojhilatê welat rizgar kirine ku ji bajarê Sefaqis ê başûrê bajarê Mehdiye ketibûn rê.

Ji xeynî vê belemê, di çar rojên borî de, pênc belemên din ên koçberan li nêzîkê peravên bajarê Sefaqis ê Tunisê binav bûne û 9 kesan canê xwe ji dest dane û 67 koçberên din jî wenda ne.

Pustên heman beş