Îran çalakvanên Kurd ceza dike

Îran çalakvanên Kurd ceza dike

Rejîma Îranê bêdadî û zixtên ku li ser Kurdan dike gihandiye astek bilind. Bi taybet keç û jinên Kurd yên ku beşdarî çalakîyan bûne yan jehrî dike yan jî bi tohmetên dûrî aqilan gunehbar dike.

Dadgeha Şoreşê ya Îranê 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li çalakvana mafên jinan Şîlan Kurdistanî birî. Dadgeh çalakvanek din a Kurd bi tohmeta “hewldana rûxandina rejîma Komara Îslamî” dadirizîne. Çalakvana mafê jinan a Kurd Şîlan Kurdistanî, ji ber tevlêbûna çalakîya ji bo Jîna Mehsa Emînî 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 

Şîlan Kurdistanî, di 23ê Cotmeha 2022an de ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatibû binçavkirin. Rûniştina doza Kurdistanî ku piştî 10 rojan bi tahlîyeyê hat berdan, dewam kir. 

Ji aliyê din çalakvana jin a Kurd Jîna Mudaris Gurcî ku di 22ê Îlona 2022an de li bajarê Sine hatibû binçavkirin û piştî 40 rojan hat berdan, bi tohmeta “xeter li ewlehîya netewî ya Îranê” û “pêwendîya bi komên ku dixwazin rejîma Îranê bişkînin” tê darizandin. Ji Jina Muderis Gurci hat xwestin ku belgeya “poşmanîyê” îmze bike û carek din beşdarî ti çalakîyên siyasî nebe, lê jina ciwan qebûl nekir. Piştî vê helwestê di îdîanameyê de sûcên di derbarê wê de hatin girankirin. 

Pustên heman beş