Rûsyayê têkbirina mûşekeke zîrek a Amerîkayê ragihand

Rûsyayê têkbirina mûşekeke zîrek a Amerîkayê ragihand

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, sîstema berevaniya asmanî ya welatê wan, mûşekeke bombeya zîrek a Amerîkayê xiste xwarê.

Hat ragihandin ku hêzên Rûsî di rojekê de 18 mûşekên din ên Himers ên Amerîkî ku ji aliyê hêzên Ukraynayê ve ji bo êrîşkirina ser Rûsyayê hatine bikaranîn, têk birine.

Mûşeka zemînî ya ku bi “bombeya zîrek” tê nasîn, ji destpêka îsal ve ji aliyê Amerîkayê ve bo Ukraynayê hatiye şandin.

Roja 24ê Sibata 2022an, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan Ukraynî jî awareyş welatên Ewropayê bûn, heta niha jî ev şer berdewam e.

Pustên heman beş