Dozên bêbingeh li Tirkiyê berdewam dikin

Dozên bêbingeh li Tirkiyê berdewam dikin

Rêxistina Efûyê ya Navneteyî di rapora xwe ya salane de binpêkirinên mafên mirovan yên li Tirkiyê jî nirxand. Di raporê de hat destnîşankirin ku bikaranîna azadiya ramanê û mafê xwepêşandanê her ku diçe tê astengkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora xwe ya sala 2022/23an a li ser “Li Cîhanê Rewşa Mafên Mirovan” eşkere kir. Di beşê Tirkiyê de hat gotin ku gelek binpêkirinên mafên mirovan, ji redkirina mafê xwepêşandanê heta îşkenceyê, hatine bikaranîn. Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteyî Agnès Callamard, ku pêşgotina raporê nivîsandiye, got, “2023 salvegera 75emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e ku ji axên şerê cîhanê hat afirandin. Mafê kombûna aştiyane hat astengkirin.”

Di beşî Tirkiyê de binpêkirinên mafên mirovan yên li tevahiya welêt di bin sernavên cuda de hatin nirxandin. Di bin sernavê azadiya ramanê de rêziknameya qanûnî ya bi navê “Qanûna Dezenformasyonê” jî hat destnîşankirin.

Di raporê de hat ragihandin ku Meclîsa Tirkiyê di qanûnên heyî yên ku azadiya derbirînê ya li ser înternetê zêdetir tengav dike guhertinên tund kiriye û hat gotin, “Lêpirsînên bingehîn, darizandin û cezakirina parêzvanên mafên mirovan, rojnameger, siyasetmedarên mûxalîf û hwd zêdetir bûne”.

Pustên heman beş