Şirîkê nû yê PKKê, Yekîtiya Neteweyî û têkbirina Lozanê

bafil-talabani-pkk-wahab-halabjayi-info

Siyasetmedar û medyaya PKKê li van demên dawî hewl didin navê şirîke kî xwe yê nû bidin pêş: Bafil Talabanî.

Bafil Talabanî di van demên dawîn de navê herî hezkirî yê PKKê ye. Bi taybetî jî medyaya PKKê ya bi Tirkî Bafil Talabanî ji bo Kurdan wek îmajeke erênî û navekî bi hêvî tê biriqandin. Her wiha siyaset û çapemeniya PKKê ya li Rojava jî dixwaze heman tiştî bike. Weke berê bo Lahor Cengî dikir, vê carê jî hewl didin ji Bafil Talabanî rêberekê biafirînin. Xeynî vê bi taybetî di weşanên xwe yên zimanê îngilîzî de Bafil Talabanî bi nasnameyeke neteweyî tê dayîn.

Gelo Bafil Talebanî hewarîyê Yekîtîya Netewî ye yan jî Serokê Mafyayê ye?

Li gorî medyaya PKKê, Bafil Talebanî şervanekî demokrasî û mafên mirovan e, kesekî ku dê wekheviya aborî û aramîyê misoger bike. Goreyî PKKê ew evîndarekî mezinê Kurdistanî ye û dê Yekitiya Kurdan pêk bîne. Loma jî “hewarî” ye. Ji bo vê yeke, ji wî hat xwestin ku peyamek vîdyoyî ji Newroza Amedê re bişîne. Her wiha her tim peyamên Yekîtiya Kurdan dide û piştgiriya Rojava dike.

Lê ev îmaj tenê ew îmaja ku PKKe dixwaze çêbike ye. Lê gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane ku Bafil Talabanî ji îmaja ku PKKe dixwaze çêbike pir cuda ye. Bafil Talebanî li Silêmaniyê bi kiryarên xwe yên mafyayê tê naskirin û dîtin, ne wek kesayetekî siyasî.

Mînakî Bafil Talebanî ku ji Newroza Amedê re peyamek bi vîdeo şandiye, lê belê li Silêmaniyê beşdarî ti pîrozbahî yeke nebû û nikare bibe. Dizane ku ji ber kiryarên xwe yên mafyayî yên li Silêmaniyê gel bertek nîşanî wî dide.

Bafil Talebanî biryarên Kongreya YNKê paşguh kirin, sîstema hevserokatî betal kir û Lahor Cengî û grupa wî tasfiye kir. Ev bûyer heta tasfiyekirina fizîkî jî pêşket. Wek mînak fermandar Murad Kanî Kurdayî ku ji kesayetên girîng ên leşkerî yên YNKê bu, di 25 ê Mijdara 2021 ê de, li nêzîkî Ranya kemîn ber vedan û hat kuştin. Kujerîn wî kesên girêdayî Bafil Talabîn bûn. Murad KanîKurd tenê ji ber ku kesekî nêzî Lahor Cengî bû hat kuştin.

Roja 10.07.2022 ê otomobîla Fermandarê berê yê Hêzên Dije Terorê yê YNKê Hawkar Ebdulah Resûl (Caf) ku zarokên wî yên biçûk jî di nava wesayîtê de bûn, bi bombeyeke bikumanda hat teqandin. Hawkar Caf jiyana xwe ji dest da û zarokên wî jî birîndar bûn.  Tawanbarên vê bûyerê dîsa kesên girêdayî Bafil Talebanî bûn.

Xezûrê Bafil Talebanî û yek ji navên girîng ê YNKê Mela Bextiyar di tomara dengî de ku di meha sibata borî de hatiye belavkirin, gotibû, “Bafil û Qubad Talebanî şevekê li deriyê sînorî yê Başmaxê dest danîne ser 11 milyon dolaran”.

Bafil Talebanî gef li xwediyên xwaringeh, cafe û cihên bi vî rengî yên Silêmaniyê dike û bi zorî bacê ji wan distîne. Yên ku ji van kiryarên mafyayî aciz û derfeta wan heye, ji Silêmanîyê direvin Hewlêra paytext.

Ev çend kirinên Bafil Talabanî ne, ku medyaya PKKê wî wek “hewarî” pêşkêşî Kurdan dike. Em behsa rola wî ya di bûyerên weke firotina dilê Kurdistan Kerkûkê de jî nakin.

Li Başûr qatil, li Rojava leheng: Wehap Helebceyî

Bafil Talabanî û grupa pê re ku li Başûr û taybet Silêmanîyê teror û kuştinê dikin, dixwazin li Rojava bên paqijkirin.

Wehap Helebceyî ku berpirsê Hêzên Antî-Terorê ye ku Bafil Talebanî vê hêzê li dijî muxalifên xwe bikar tîne, li Hesekê jî beşdarî merasîma cenazeyên kesên di helîkoptera YNK-HSD ê de jiyana xwe ji dest dane bû. Bi taybetî ji bo biraziyê Mazlûm Abdî Şervan Kobanî hêsir diwerandin. Lê her ew kes bû ku li ber Wesayîta Hawkar Caf bombe vedayî û li gel du keçên wî ên çar û heşt salî  ew bombe teqandî. Yanî yên li Başûr zarokan dikujin li Rojava showa merhametê dikin. Tê xwestin ku qatilên zarokan li Rojava weke welatparêz û leheng bên nîşandan.

Hevseroka KCK ê Besê Hozat di daxuyaniya xwe ya rojên derbasbûyî de peyama Bafil Talabanî ya Newroza Amedê bi pesindayîn nirxand. Pesindayîna kesên mafya û kujerên zarokan hem rastiya Besê Hozat nîşan dide û hem jî nîşaneya ku PKKe bo planên xwe dikare her tiştî bike.

Nû hatin kevin Xelatin, Lahor çû Bafil hat

Yekemîn hevkarê PKKê li Silêmaniyê Lahor Cengî bû. Lahor Cengî hewl da ku pêgeha xwe di nava YNKê de bihêz bike. Wê demê wêneyên Lahor yên li Rojava hatibûn kişandin parve dikirin û pesnê wî didan.  Wî demî PKKê  bi Lahor Cengî re li dijî Bafil Talabanî tevdigerî ya. Ji ber ku Lahor Cengî desthilatdarî winda kir, PKKe yekser aliyê xwe guhert û vê carê bi Bafil Talebanî re bû hevrê. Heta di nav agahiyên ku hatine bidestxistin de hin şervanên hêza taybet a PKKê pasewanîya Bafil Talebanî dikin. PKKe bi pesindayîna Bafil Talabanî wî di werimîne û ew kesayetîya seranser û nerûniştî ya Bafil ji bo xwe dixebitîne. PKKê berîya demekê heman tişt bû Lahor dikir lê nûke Bafil bûye xweştivîyê PKKê.

 Ajandeya neveşartî ya PKKê û Lozanê

Plana PKKê heye ku di bin navê Yekitiya Netewî de civînekê li dar bixe. PKKe li gel hin pêkhateyên li derdora xwe ev demeke dirêj e amadekariya lidarxistina civînekê li Silêmaniyê di bin navê Yekîtiya Netewî de bike. Di ceribandina despêkê li ser “di sedsaliya Lozanê de, têk birina Lozanê” vî navê mezin  hetîye destnîşankirin. Dibêjin em ê bi Bafil Talabanî re vê yekê bikin.

Me helwest û rastîya Bafil Talebanî eşkere kir. Bafil ê ku nikare di nava partiya xwe de Yekitiyê pêk bîne, bi kuştina zarokan,endamên xwe û baceya alemê dijî. ew kesekî ku bêşerm li ber kamerayan dibêje Kerkûk me firot Iraq û Heşda Şeibî. Kesê ku tapo ya xiyaneta Kerkûkê li sitûyê wî ve ye, çawa dikare ji Kurdan re yekîtîyê ava bike?

PKKe garantorê sînorên parçebûyî yên Kurdistanê ye

Li aliyê din de Kurdayetî û Kurdistanîbûna PKKê tiştekî bi temamî cuda ye. Rêveberên PKKê bi destûra Îranê li Silêmaniyê dijîn, îstixbarata Îranê Îtlaat bi wesayîtên xwe wan dibe Urmiyê û bi balafirên xwe wan dişîne Şamê. Ew ala Heşda Şeibî li ser milên ciwanên Kurd dixe û leşkerîyê ji bo milîsên Şîe dike.

Li Sûriyeyê pesnê xwe dide û dibêje, “Me Esed rizgar kir, me nehişt dewleta Sûriye perçe bibe”.

Li Tirkiyê Evdila Ocalan bi xwe dibêje “macalê xizmetê bidin min ez bibim taşeronê Tirkiyê.” PKKe li Bakurê Kurdistanê ti daxwazîyan ji Kurdan re nake.

Di Şerê Kendavê yê sala 1990 de, PKKê alîgirên xwe li Ewropayê xwepêşandan kirin “ji bo ku rê li ber hilweşîna rejîma Saddam bigire”. wêneyên Seddam hildan û êrişa hevpeymanî ya dijî Saddam protesto kirin. Di şerê 2003 yê dijî rejîma Iraqê de jî, dîsa li Londonê bi wêneyên Evdila Ocelan “ji bo pêşîgirtina hilweşîna rejîma Seddam” meş lidarxistin.

Yên ne Kurdistanî nikarin Lozanê bişkînin

Li gorî PKKê divê Tirkiye mezin bibe, Iraq petrola Kurdistanê bifiroşe, Emerîka êrişî Îranê neke, rejîma Esad neyê rûxandin. Di bername û stratejîya PKKê de li dijî van çar dewletên ku berhemên peymana Lozanê ne û li ser tunebûna Kurdan hatine avakirin, nîne. berûvajî PKKe dibêje divê ev dewlet hebin û divê bê xurtkirin. Li Rojhilata Navîn tekane dewleta ku PKKe li dijî wê ye Kurdistan e. ew jî Kurdistanê û li Lozanê hatîye astengkirin. Hikûmeta Federal a Herêma Kurdistanê kunek li sîstema Lozan vekirî ye PKKe jê ditirse ku ev pêşketin bandora xwe li parçeyên din jî bike.

Ne hewce ye ku em dirêj bikin. PKKe nikare li dijî Lozanê tekoşîn bike. Ji ber ku PKKe li eniya dij-Kurdistanê da cih digire û li gel hêzên ku pêşbîniya berdewamiya Lozanê dikin tevdigere. PKKe garantorê veşartina Lozanê ye.

Konferansa PKKê ya li dijî Lozanê bi rastî jî bo dupat kirina garantoriya Lozanê ye. Ji ber ku pêkhateyên projeya konferansê bi xwe di eniya dijî Kurdistanê de cih digirin. Her çiqas mîmarê sereke yê şirîkatîya PKKê û Bafil Talebanî Îran be jî, ew lobîya hindek layanên Rojavayî ku ji bihêzbûna aborî, dîplomasîya Kurdistanê acizin di hête palpiştî kirin.

Yanî di bin sponseriya wan hêzên ku naxwazin Kurdistan li ser lingên xwe bisekine ev civîn tê organize kirin. PKKe û Bafil Talabanî  li pişt navê kongreya Lozanê dixwazin temenê Lozanê dirêj bikin. Hêzên daxwaza ax û sînorên Kurdistanê neke wê çawa dijberîya sîstema Lozanê bike.

Pustên heman beş