Erdogan an Kiliçdaroglu? Di rapirsîna dawî de di navbera her du navan de ji sedî 2,6 ferq heye!

Erdogan an Kiliçdaroglu? Di rapirsîna dawî de di navbera her du navan de ji sedî 2,6 ferq heye!

Dezgehê lêkolînê MetroPOLL di meha Çile,Sibat û Adarê de ji bo hilbijartinên serokkomariya Tirkiye di derbarê Tayib Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu de 3 rapirsîn çêkirin. Di van rapirsîna de hat xuyakirin ku, dengên Erdogan kêm bûne û dengê Kiliçdaroglu zêde bûne. Rêjeya dengên Erdogan di meha Adarê de ji sedî 42, rêjeya dengên Kiliçdaroglu jî ji sedî 44,6 bû.

Erdogan an Kiliçdaroglu? rapirsîna ku dezgehê Lêkolînê MetroPOLL çêkirî de ev encam derketiye holê.

Rapirsînê de hate xuyakirin ku, Erdogan di meha Çileyê de ji sedî 45,9, di meha Sibatê de ji sedî 42,7, di meha Adarê de jî ji sedî 42 dengan werdigire. Kiliçdaroglu di meha Çile de ji sedî 43, di meha Sibatê de ji sedî 41,4, di meha Adarê de jî ji sedî 44,6 deng werdigire. Li gora vê dixweyê ku, ji meha Adarê ve di navbera her du navan de ji sedî 2,6 ferqek heye.

Pustên heman beş