Wall Street Journal: Eger e Sîsî û Esed di dawiya vê mehê de bicivin

Wall Street Journal: Eger e Sîsî û Esed di dawiya vê mehê de bicivin

Rojnameya “Wall Street Journal” a Amerîkî li ser zarê jêderên agahdar ragihand, dibe ku di dawiya vê meha Nîsanê de Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û Serokê Sûriyê Beşar Esed bicivin.

Duhî Şemiyê, Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî li Qahîre bi hevtayê xwe yê Sûriyê Feysel El-Miqdad re civiyabû û tê de behsa “xurtkirina pêwendiyên dualî di navbera her du welatan de” kirin.

Li gorî Wall Street Journal, Misir û Sûriye di danûstandinên pêşkeftî de ne, ji bo vegerandin û asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk, piştî deh salan ji qutbûna wan.

li gorî rojnameya Amerîkî, ev danûstandin di demekê de ne, welatên Ereban hewl didin pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re asayî bikin, ev pêşveçûnên bilez jî, nexşeya erdnîgariya siyasî li Rojhilata Navîn dê ji nû ve xêz bike.

Li gorî Jêderan  Wall Street Journal, dibe ku Sîsî û Esed piştî meha Remezanê, di dawiya meha Nîsanê de bicivin. Bal kişandinser wê yekê jî ku heta niha dem û cihê civîna muhtemel nehatiye diyarkirin.

Pustên heman beş