Îsraîlê “firokeyeke nenas” xist xwarê

_ISRAEL-PALESTINIANS-VIOLENCE-

Artêşa Îsraîlî ragihand, wan “firokeyeke nenas” ku eger e ji Sûriyê ketibû asmanê Îsraîlê, xist xwarê.

Artêşa Israîlî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir, wê firoke ti metirsî dirust nekir. Diyar kir jî, ew firoke li cihekî vekirî li bajarê Celîlê ketiye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî Yekşemê behsa rola artêşa welatê xwe di bombebarana tund a li ser xaka Sûriyê de kir û got: “Ez şîretan li dijminên me dikim ku xwe nexapînin. Gotûbêjên navxweyî yên li Îsraîlê dê bandorê li şiyana me neke ku em li her alî, li her cih û her demê li dijî dijminên xwe tevbigerin.”

Ev yek di demekê de ye, duhî di encama êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li ser parêzgeha Humsê ya li naverasta Sûriyê de, 5 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn. 

Her wiha Îsraîlê şevên (30 û 31ê Adarê) jî li pey hev, Şam kir armanc. Li gorî zanyariyên Rewangehê jî di encamê de 5 efserên di nava milîsên Îranê de hatin kuştin ku yek ji wan pilebilind bû.

Ajansa “Mehr” a Îranî jî duhî ragihandibû, şêwirmendê leşkerî yê Pasdarên Îranî Miqdad Mehqanî ku di êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê de li ser Şamê de birîndar bûbû û piştre ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.

Pustên heman beş