19 endamên PKKê hatin desteserkirin

pkk-istanbul-polis

Li parêzgehên Stenbol û Izmirê yên Tirkiyê hêzên emnî operasyonek pêk anîn û di encam de 19 kes bi hinceta PKKê hatin desteserkirin ku endamên Encûmena Ciwanan a HDPê û xebatkarên Kovara Moderniteya Demokratîk jî di nav de ne.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de îro Duşemê 3ê Nîsana 2023an li parêzgehên Stenbol û Izmirê polîsan bi ser 20 navnîşanan de girtin û di encam de 19 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de bo 22 kesan biryara desteserkirinê daye û ji bo lêgerîna 3 kesên din jî dê operasyon berdewam be.

Hatiye ragihandin ku hejmarek endamên Encûmena Ciwanan a HDPê û rojnamevan Sema Korkmaz ku li Kovara Moderniteya Demokratîk kar dike jî di nav desteserkiriyan de ne.

Navên çend kesên hatine desteserkirin wiha ne: Sedat Ugraş, Muhammed Ugraş, Bariş Ugun, Rojin Degirmenci, Osman Koçar, Serhat Yavaş û Sema Korkmaz.

Pustên heman beş