Ajendaya PKK’ê ya Petrolê

Ajendaya PKK’ê ya Petrolê

Beşa yekem: Enkîdûyên ji Urukê heta Iraqê xiyanet û cawazîya rezervên enerjiya Kurdistanê

Li Kurdistanê rezervên neft û gaza siruştî bala dewletên kolonyalîst wekî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dikişîne. Di heman wextê de bala hemû cîhanê dikişîne ser xwe.

Nefta Kurdistanê û bi rastî jî dewlemendiyên bin erdê yên heta niha nehatine kifşkirin, bandoreke mezin li evro û paşeroja Kurdistanê dike. Ji ber ku Kurdistan xwedî wê şiyana aborî ye ku xwe birêve bibe, ev yek ji stûnên bingehîn ên serwerîyê ye.

Rezervên enerjîyê yên li Kurdistanê ku wê serdemê haya kurdan jê tune bû, bandoreke mezin li ser nexşeyên parçabûna Kurdistanê yên ku bi peymana Lozanê hat parvekirin, kir. Di pêvajoyên pevçûnên aktîf ên ku ji destpêka sedsala 21an ve diqewimin de têkiliya dabeşkirina xetên enerjîyê heye û wê hebe. Ne şaş e ku mirov sedema bingehîn a êrîşên çeteyên DAIŞ ê yên li ser Herêma Kurdistanê, pirsgirêka Şengalê ya çaresernekirî, rezerva enerjîyê ya li devera Şengalê, biryarên Dadgeha Federal a Iraqê û hin raporên ku dem bi dem têne weşandin û hwd bi egerên sereke yên êrîşa li ser xaka Kurdistanê bizanin.

Şiyan û xwebaweriya Îdareya Herêma Kurdistanê ku bi firotina petrolê dahata xwe bikar bîne, di gelek derdoran de cavnebarî û nerehetiyê çêdike. Ji ber ku hem di warê aborî, hem di warê siyasî û hem jî di warê derûnî-civakî de hêza kurdan ya “xwe rêvebirinê” xurt dike.

Biryara Dadgeha Hakemê ya Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê ya derbarê hinartina nefta xav a Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ku roja Şemiyê 25 ê Adarê hat ragihandin jî, bi sînordarkirina aborîya Kurdistanê ve girêdayî ye. Ev ne tenê zextekî aborî ye ji bo bêhêzkirin û teslîmgirtina îrada sîyasî a Herêma Kurdistanê. ji ber ku abor kilîlka derîyê serwerîya sîyasî ye. Her wiha armanceke wê ya şerê taybet heye, weke zexta derûnî li ser gelê Kurd û li dijî neteweya Kurd.

Weke her carê, vê siyaseta ku em jê re bibêjin eniya dij-Kurdistanî, hevkarên wê yên Kurd ango xayînên navxweyî jî hene. PKK di rêza pêşî ya van xayinên Kurd de ye ku hewl didin zexta aborî ya li ser Kurdistanê li ber çavê Kurdan asayî bikin û wek têkoşîna demokrasiyê bidin nîşandan. PKK bi rojan e di medyaya xwe de dibêje ku biryara Dadgeha Hakemê ya Parîsê çiqasî baş e û dibêje, Herêma Kurdistanê û siyasetmedarên wê fişar xwar û winda kirin.

 PKK, ji ber ku Erebên Iraqê nikarin pereyê petrola Kurdistanê naxwen, qîyametê radike. PKK hewldide ku Hewlêr li ber derîyê Bexda bibe xwazxwazok. Ne xelet e ku mirov ji PKK ê re bibêje Enkîduyê hemdem.

Evîna Enkîdu ya ji Gilgamêş re û berxwedana Humbava

Destana Gilgamêş di dîrokê de yekem destana nivîskî ye, heta yekem destana kurdî ya nivîskî ye. Destana Gilgamêş ji aliyê helbestvanê kurd Sin Leqe Uninni ve bi zimanê Kassî hatiye nivîsandin. Kassî ku yek ji bav û kalên kurdan ên pêşî ne. Hin nêrîn hene ku ev destan di berîya zayînê sala 2000-1800 de hatîye nivîsîn. Ji ber vê yekê ev çîroka ku çar hezar sal berê hatiye nivîsandin, nûroja me jî ronî dike.

Navçeya ku destan lê diqewime çiyayên Zagrosê ango wargeha nijada Kurdan e. di vê destanê de çîroka dagirkirina deverên Kurdan ango Zagrosan tê mijar girtin. Ji ber ku li Zagrosê daristanên mezin û darên sedîr hene. Qiralê Uruk ê dixwaze dest deyne ser vê dewlemendiya warê Kurdan. Eynî weke ku îro jî dixwazin dest deyne ser dahatê nefta Kurdistanê.

Qralê Ûrûkê Gilgamêş seferekê di be ser Zagrosan kesekî bi navê Enkîdu digre. Enkîdu ji aliyê Gilgamêş ve tê perwerdekirin. Daneyên mêjûyî nîşanî me didin ku Enkîdu mêrekî kurd bûye. Enkîdu bi Gilgamêş re dibe rêheval û pêşengî bo sefera Gilgamêş ya ser welatê Kurdan dike. Gilgamêş bi alîkarîya Enkîdu dest deyne ser serwerî û dewlemendîya welatê Kurdan.

Daristana çîyayê Zagrosê di bin çavdêrî ya zêrevanekî leheng bi navê Humbaba ye. Gilgamêş pirr ji Humbaba ditirse, lê Enkîdu ji wî re dibêje, “ger ku em piştgirê hev bin, em ê her kesî têk bibin.” Bi vê hevkirina Gilgamêş û Enkîdu Zêrevanê daristanên Kurdan Humbaba bi xapandin tê girtin. Piştî Humbaba tê girtin Gilgamêş naxwaze vî mêrxazî bikuje. Lê Enkîdu ji Gilgamêş re dibêje ku Humbaba dê di pêşerojê de bû me aloziyan derbixe divê em wî bikujîn. Enkîdu hewl dide ku Gilgamêş razî bike da Humbaba bikuje. Di dawiyê de, Gilgamêş razî dibe û Humbaba tê kuştin.

Loma jî Enkîdu xayinê yekem e ku di dîrokê de pêşengî bo dijminan kir ku dijmin ax, dewlemendî û serwerîya Kurdistanê dagirbikin. Weke ku îro heman karî PKK dike.

Têkiliyên PKK ê û Bexda û plana sereke

Di sala 2004 an de meşrûbûna Başûrê Kurdistanê weke herêmeke Kurdistanê ji aliyê kolonyalîst û hin pêkhateyên navneteweyî yên li herêmê ve bi fikar hat temaşekirin. Her wiha ji bo ev statûya Başûr pêşnekeve û ji bo parçeyêndin ne be bingehê çavlêkirin,moral û nimûne hêzên kolonyalist û şirîkên wan tevgerîyan. Li dijî Kurdistanê polîtîkayên îdeolojîk, siyasî û aborî hatin rêxistinkirin. Astengkirina petrola Kurdistanê beşek ji vê pêvajoyê û planê ye.

Siyasetmedarê Şîe yê alîgirê Îranê Nûrî Malikî ku di sala 2014 an de bi bû Serokwezîrê Iraqê, biryar da ku mûçeyên Herêma Kurdistanê qudbike. Rexmê Destûra Bingehîn a Iraqê jî ev biryar hate girtin yanî biryareke plankirî bû. Herêma Kurdistanê bê amadekarî rastî vê plana dijminî hat. mûçe û karê îdarî rawestiya û piştî kêmtirî du heyvan êrişa DAIŞ ê bo ser Herêma Kurdistanê dest pê kir. Herêma Kurdistanê bi hêza xwe ya aborî û leşkerî şerê li dijî DAIŞ ê û berdewamiya sîstema xwe ya îdarî meşand. Eger desthilata Kurdistanê ev yek nekiriba û hêza xwe ya aborî nebûya, niha paytexta Kurdistanê Hewlêr jî weke Mûsilê wêran bibûya yan jî artêşa Iraqê li Hewlêrê rûniştibûya. Kurdistan bi Pêşmergê xwe, bi siyaseta xwe û bi aboriya xwe xwe parast û teslîmî mêtingeran ne bû.

Di dîroka Kurdistanê de tevgera xiyanetê ya herî rêxistinkirî Pkk ye

Dema çeteya siyasî ya li dijî Kurdistanê li Iraqê dît ku Hewlêr wêran nabe, hizra xwe kir ku Hewlêrê ji hundir ve bi dest bixe. Sala 2014 an ku projeya Bexdayê ya lawazkirin, dorpêçkirin, alozkirin û desteserkirina Kurdistanê dest pê kir. PKK ê jî hevdem têkiliyên dîplomatîk-sîyasî,leşkerî bi Bexdayê re pêşxistin. Dîyar dibe ku PKK ji bo têkoşîna li dijî Kurdistanê derket ser satire sîyasetê . yên di Tebaxa 2014 an de hêzên çekdar ên PKK ê anîn Kerkûkê çibecî kirîn jî heman bereye dij-Kurdistanê bu. çûna PKK bû Şengalê ji aliyê van hêzên li dijî Kurdistanê yên li Bexdayê ve hatiye organize kirin. van hêzan dixwest bi deste PKK ê mîna Şengalê axa Kurdistanê parçe-parçe ji Herêma Kurdistanê qudbikin.

Di heman çarçoveyê de ye ku PKK îro ji Ereban bêhtir hewl dide ku petrola Kurdistanê bikeve bin destê Bexdayê. Bi petrola Herêma Kurdistanê re hew qas eleqedarî û Acenda ya PKK a Petrolên Bakûr wê vê rastiyê nîşanî me bide: PKK di dîroka Kurdistanê de tevgera xiyanetê ya herî rêxistinkirî ye.

Beşê duyem: Petrolên Bakurê Kurdistanê û helwesta PKK ê ya 40 salan

Pustên heman beş