Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Siweyda û Şamê kir

Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Siweyda û Şamê kir

Di encama êrîşên mûşekî yên Îsraîlê li ser derdora Şama Paytext û Siwêydayê de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Jêderekî leşkerî ji “SANA” re ragihand: “Îro demjimêr derdora 00:15 Îsraîlê ji aliyê devera Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê û başûrê Sûriyê kirin armanc.

Wî jêderî destnîşan kir jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekan bûn û hejmarek ji wan têk birin û xistin xwarê.

Her wiha aşkere kir, di encama êrîşê de 2 kesên sivîl hatin kuştin û hin ziyanên madî çêbûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Israîlê xalên milîsên Îranê û navendên Berevaniya Asmanî yên Sûriyê li Tel-Sahn a li gundewarê Siwêyda, derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê, Komegeha Îranî li devera Seyide Zêneb û devera kargehan li devera Kiswê kirin armanc.

Rewangehê got jî, mûşekek ku tê texmînkirin a berevaniya asmanî ya Sûriyê be, li kargeheke camê ya li devera Kiswê li başûrê Şamê ket û 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2023an ve, ev 10emîn êrîşa Îsraîlê li axa Sûriyê ye.

Pêr 2ê Nîsanê di encama êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li ser parêzgeha Humsê de jî , 5 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûbûn.

Pustên heman beş