Serkirdeyekî DAIŞê yê diyar li Sûriyê hat kuştin

Serkirdeyekî DAIŞê yê diyar li Sûriyê hat kuştin

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî ragihand, wan serkirdeyekî diyar ê DAIŞê li Sûriyê di operasyoneke leşkerî de kuşt.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî îro 4ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, berpirsê planên êrişên DAIŞ li Ewropayê Xalid Ehmed El-Cibûrî, duhî di operasyoneke leşkerî de li Sûriyê hatiye kuştin.

Diyar kir jî, di êrîşê de tu sivîl nehatin kuştin û birîndar bûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîka tekez kir jî, ev grûpa teroristî hîn jî ji bo herêmê metirsî ye.

Pustên heman beş