Fînlanda bû endama NATOyê

Finland will formally become a member of NATO

Ajansa nûçeyan a AFPê ragihand, Fînlanda bûye 31emîn endama rêzên Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO).

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser vê mijarê ragihandiye, belgenayên li ser endambûna Fînlandayê li NATOyê radestî me hatin kirin, niha em dikarin bibêjin ku ew welat 31emîn endama Peymana Bakurê Atlantîkê ye.

Li ser vê mijarê, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak daxwaz ji hemû endamên hevpeymaniya NATOyê kir ku ji bo endambûna Swêdê jî gav biavêjin û biryar bidin.

Ji bo endambûna welatekî di nav hevpeymaniya NATOyê de, li gor peyrewa navxwe ya NATOyê, divê hemû endamên hevpeymaniyê, ji bo pêşniyara endambûna welatekî dengê “Belê” bidin.

Pustên heman beş