Li Parîsê doza 11 kesên ji PKKê re alîkarî kom kirine destpê kir

pkk-paris

Li Parîsa paytexta Fransayê, doza 11 Kurdên ku bi hinceta “komkirina pereyan bo PKKê” tên darizandin, birêve diçe.

Doza 11 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ku li Parîsê bi hinceta di bin navê “Baca Şoreşê” de ji PKKê re alîkarî kom kirine tên darizandin, duh Sêşemê 4ê Nîsanê li 16emîn Daîreya Dadgeha Ceza ya Parîsê destpê kir.

Li gor dozgerên ku lêpirsînê birêve dibin, her çiqas hinek Kurd “Baca Şoreşê” bi dilxwazî didin, lê li gor şahidhal û tomarên dengî yên telefonan li dijî Kurdên dîasporayê “zext” û rêbazên “xukiyê” (xerac) jî hatine bikaranîn.

Herwiha tê gotin ku li herêma başûrê rojhilatê Fransayê salane 2 milyon euro pere hatine komkirin û pereyên hatine komkirin ji aliyê yên “kom dikin” ve bi kêfî hatine diyarkirin.

Parêzerên dozê li dijî bikaranîna gotina “terorist” di dema lêpirsînê de îtiraz kirin û ragihandin, miwekîlê wan PKKê wek rêxistineke terorîstî nabînin. Dê doza ku 11 kes tên darizandin heta 14ê Nîsanê berdewam bike.

Pustên heman beş