PKKê nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere kir du jê zarok ku 5 salan berê hatine kuştin û ji nû îro mirina wan ragihandî ye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja çarşemî5/4/2023 nasnameya 5 ciwanên Kurd aşkere kir ku li sala 2018ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk ya dagîrker dane kuştin û paş derbasbûna 5 salan ji nû ve mirna wan îfşa kir.
Navên wan wusaye:
Kerîm Kerîmpûr ji Merîvanê.
Zîkrî Çelîk ji Colemêrgê.
Ozal Aymaz ji Qersê.
Erkan Ak ji Êlihê.
Veysî Aslan ji Êlihê.
PKKê ev 5 ciwanên Kurd weke bi hezaran rêhevalên wan dane kuştin û mirina wan bi salane li malbatên wan veşartî ye.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.