Tirkiye bûye girtîxaneya zarokan

Tirkiye bûye girtîxaneya zarokan

Di salên dawîn de gelek girtîxane li Tirkiyê hatin avakirin. Li şûna ku girtîxane û sûckirin li Tirkiyê kêmtir bibin, zêdetir bûn. Ji ber aborîya têkçûyî û kêmbûna derfetên debarê, sûz û sûckirin jî pê re zêde bûne û cîh di girtîxanan de nemaye. Ji ber vê, her ku diçe girtîxane li ser girtîxanê tên avakirin û wek mezinan zarok jî dibin beşek ji girtîyên zindanê.

Rapora Alîkara Seroka Giştî ya Mafên Mirovan a CHPê Gulîzar Bîçer Karaca, ya bi sernavê “Girtîgeha Zarokan” pirsgirêkên li girtîgehan eşkere dike.

Li gor lêkolînan, par 30 hezar û 300 zarok mahkûm bûn û ketin zindanê. Ji wan 15 hezar zarok di bin çavdêrîyê de li derve tên şopandin û yên mayîn jî di girtîxaneyan de girtî ne.

Pustên heman beş